DYA: Hejmara leşkerên Rûs ên li Sûriyeyê gihaşt 4 hezarî
Çavkaniyên îstîxbaratê û leşkerî yên DYA îdîa kirin ku Rûsyayê hejmara leşkerên xwe yên li Sûriyeyê gihandiye 4 hezarî.

Rayedarên Amerîkî dan xuyakirin, ku heta dawiya meha Îlonê dema destpêkirina bomberdûmana Rûsyayê li Sûriyeyê hejmara lekşerên Rûsyayê yên li vî welatî 2 hezar bû, lê ev hejmar di rewşa heyî de bi du qatan hatiye zêdekirin.
Heman rayedaran diyar kirin, ku hebûna leşkerên Rûs ji bo destekkirina artêşa Sûriyeyê ye, lê belê ev yek di şerê li dijî mûxalîfan de bi pêş neketiye. Rayedarên ku navên xwe aşkera nekirin anîn ziman leşkerên Rûs di şerê li hemberî mûxalîfên Sûriyeyî de windahî dane, lê hejmara wan a zelal nayê zanîn.
Wezareta Karên Derve ya Rûyayê li ser yekîneyên xwe yên li Sûriyeyê agahî neda.
Di daxuyaniya Kremlînê de hat qebûlkirin ku ji bo wezîfeya şêwirmendiya ji bo artêşa Sûriyeyê, leşkerên Rûs li Sûriyeyê hene. Kremlînê di heman demê de ragihand ku leşkerên Rûs di şerê li dijî mûxalîfan de yekser cih nagire.