Elmanya dixwaze mercên penaberiyê yên Sûriyeyiyan bi sînor bike

Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Thomas de Maîzîere diyar kir ku ew ê mercên penaberiyê yên mirovên ji Sûriyeyê hatine bi sînor bikin. Berdevkê hikûmetê got ti guhertin nîne, lê li gorî medyayê polîtîkaya nû ketiye meriyetê.

Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Thomas de Maîzîere diyar kir ku ew ê mercên penaberiyê yên mirovên ji Sûriyeyê hatine bi sînor bikin. Berdevkê hikûmetê got ti guhertin nîne, lê li gorî medyayê polîtîkaya nû ketiye meriyetê.

Wezîrê Karên Hundir Thomas Maîzîere di daxuyaniya xwe ya ji bo radyoya cemaweriyê Deutschlandradio de diyar kir ku ew ê rê nedin nêzbûna malbatî ya navbera Sûriyeyiyan û mafê bicihbûnê jî bi sînor bikin.

Wezîrê mûxafazakar ê nêzî Serokwezîr Angela Merkel negot ku ev biryar wê kengî bikeve meriyetê. Lê belê li gorî rojnameya Frankfûrtera Allgemeîne Zeîtûng (FAZ) di nûçeyeke xwe de ragihand ku ji bo mercên penaberiyê yên li Elmanyayê nebe sedeme kişandina mirovan ber bi Elmanyayê ve, ev biryar ketiye meriyetê.

Elmanyayê li pêşberî krîza dawî ya koçberiyê xeteke bi vî rengî şopand: Welat divê mirovên bi rastî jî pêwîstiya xwe pê heye biparêze. Ji ber ku ev mirov ji şer û terorê reviyane. Lê belê mirovên ji cihên weke Balkanan ku weke herêmên ewle tên hesibandin tên, divê di demeke kurt de bên dersînorkirin. Bi kurtasî penaber wê bên qebûlkirin, lê yên ji bo armancên ekonomîk hatine wê werin dersînorkirin.

Angela Merkel ji ber ku di hefteyên dawî de polîtîkaye 'deriyê vekirî li penaberan' meşand, bi tundî ji aliyê mûxafazakaran ve hatibû rexnekirin.

Li gorî rojnameya FAZ, di meha Tebaxê de daxwaza serlêdana penaberiyê ya 55 hezar 600 Sûriyeyiyan hat nirxandin, ji van 38 hezar 650 bûn xwedî statuya penaberiyê. Bi tenê ji 53 kesan re statuya parastina demî hat dayîn. Statuya demî di astekê de li binê statuya penaberiyê ye. Li gorî statuya penaberiyê jî mirov mafê mayînê û anîna malbata xwe ye. Lê belê di statuya demî de mafê anîna malbata xwe nîne û mafê mayînê jî bi tenê bi salekê tê bi sînorkirin.

Elmanya li bendê ye ku heta dawiya salê mîlyon penaber bên. Hevparên hikûmeta koalîsyonê di êvara Pêncşemê de tedbîreke din a nû aşkera kir. Li gorî vê yekê, yên serlêdana wan a penaberiyê hatiye redkirin, wê bi lez û bez werin dersînorkirin.