Sê mîlyon welatiyên YE li dijî TTIP in
Însiyatîfa Welatiyen Ewropayê, li dijî Peymana Bazirganiya Serbest (TTIP) a di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de bikeve meriyetê, zêdeyî sê mîlyon îmze da hev.
Însiyatîfa Welatiyen Ewropayê, li dijî Peymana Bazirganiya Serbest (TTIP) a di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de bikeve meriyetê, zêdeyî sê mîlyon îmze da hev.
ÎnsiyatÎfê di kampanya xwe ya bi serenavê "Stop TTIP-TTIP bisekinînin" de, 3.28 mîlyon îmze da hev.
Îzme li Berlînê radestî Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz hat kirin. Rayedarên Însiyatîfê di dema radestkirina îmzeyan de ji Schûlz xwest, ku di mijara TTIP de li parlamentê rûniştinekê pêk bîne.
Berdevkê Însiyatîfê Karl Bawer li ser mijarê daxuyanî da û diyar kir ku hejmara îmzeyên wan dane hev nîşan dide, ku li Ewropayê mûxalefeta li dijî TTIP û CETA çiqasî xurt e.
YE û DYA ji Tîrmeha sala 2013'an û vir ve, ji bo îmzekirina peymana bazirganiya serbest a navbera du qadên mezin ên aboriyê de, hevdîtinan dikin. Pêkhatina peymanê wê bibe sedem ku bazareke hevpar a mezin biafire.
Hêzên li dijî vê peyamê ne dibêjin ku pêkanîneke bi vî rengî wê zerarê bide pîvanên jiyanê yên li Ewropayê.