Welatiyên Fransayê desthilatdariyeke teknokrat an jî otorîter dixwazin!

Li gorî anketek li nava raya giştî ya Fransayê, beşeke girîng a gel, li şûna hilbijartiyan rêveberiyeke ji teknoratan tercîh dikin. Rêjeya yên desthilatdariyeke polîtîk a otorîter dixwazin jî ji sedî 40 e.

Li gorî anketek li nava raya giştî ya Fransayê, beşeke girîng a gel, li şûna hilbijartiyan rêveberiyeke ji teknoratan tercîh dikin. Rêjeya yên desthilatdariyeke polîtîk a otorîter dixwazin jî ji sedî 40 e.

Li gorî anketa şîrketa Ifop a ji bo malpera nûçeyan a Atlantîco çêkiriye, du ji sê Fransayiyan, li şûna hilbijartiyan dixwazin welat ji aliyê 'teknoratên bi kar dizanin' ve were birêvebirin. Balkêş e ku di nava beşdarên anketê de bi giranî hilbijêrên partiya rastgir hikûmeteke teknokrat tercîh dikin.

Di nava alîgirên Partiya Sosyalîst (PS) a li desthilatdariyê de ev rêje ji sedî 54 e, di nav hilbijêrên Eniya Çep (Front de Gauche) ya ji pêkhateyên partiyên çep û komunîst jî, ev rêje ji sedî 51 e. Lê belê di nava hilbijêrên Eniya Neteweyî ya rastgiriya tund (FN) rêjeya mirovên hikûmeteke teknokrat dixwazin ji sedî 76 e, di nava hilbijêrên Komargeran ên rastgiriya navendî (Les Republicains) de ev rêje ji sedî 80 ye.

Li gorî encamên anketê, sedema tercîhkirina hikûmetek teknokratan ew e ku hilbijartî reformên di mijara aboriyê de dereng dixîne.

Nuqteyeke din a di anketê de balê dikişîne ser jî ew e ku ji sedî 40 ê Fransiyên beşdarî anketê bûne, alîgirê 'rêveberiyeke otorîter' in.