CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Welatên Ewropayê transfera 160 hezar penaberan dereng dixînin
Soza welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ji bo transferkirina 160 hezar penaberan ji Yewnanîstan û Îtalyayê, dereng dikeve. -
Li COP21'ê welatên pêşketî endîşeyên xwe didin pêş
Di Civîna Bilind a Avhewayê COP21 de, ku duh li paytexta Fransa Parîsê destpê kir, serokên hikûmet û dewletan û nûnerên Neteweyên Yekbûyî daxuyanî û bangên dramatîk kirin. -
Hekîmên Brîtanyayî heta meha Çileyê dem dan hikûmetê
Bi hezaran hekîmên pratîsyen ên li nexweşxaneyên di bin sîwana Saziya Tenduristiya Cemaweriyê ya Îngilîz (NHS) de dixebitin dan xuyakirin, ku greva giştî ya îro dihat plankirin, ji bo şens ji muzakereya bi NHS re bê dayîn, hatiye rawestandin. -
Belçîkayê li dijî êrîşên terorê xwest, rêxistineke hevpar a îstîxbaratê ya Ewropa bê avakirin
Welatê Belçîkayê, ku beşeke girîng a endamên DAIŞ'ê yên di 13'ê Mijdarê de li Parîsê 130 kes qetil kirin dijiyan, ji bo têkoşîna li dijî terorê xwest 'rêxistineke hevpar a îstîxbaratê ya Yekîtiya Ewropayê' were avakirin. -
Ajansa Enerjiya Rojê ya Navneteweyî hat avakirin
Ji bo enerjiya rojê ya ku weke dostê hawirdor û atmosferê tê zanîn bi erzanî û ewle were hilberîn, ajanseke nû ava dibe. Bi vê armancê li civîna bilind a COP21'ê, bi însiyatîfa Hîndîstanê re tifaqeke hat avakirin û 121 welatan di nav de cih girtin. -
Pûtîn: Balafir ji bo parastina petrolên DAIŞ’ê hat xistin
Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di Civîna Avhewayê ya COP21 ya li paytexta Fransa Parîsê axivî, diyar kir ku balafira wan ji bo parastina petrolên ji DAIŞ’ê tê hatiye xistin. -
Vekirina COP21: Ji serokên dewletan banga hevpeymana berfireh
21. konferansa UNFCCC li Parîs COP21’ê destpê kir. Serokên dewletan yên di vekirina konferansê de axivîn, der heqê avhewayê banga hevpeymana berfireh kirin. -
Di meha Mijdarê de 216 hezar penaber derbasî Elmanyayê bûne
Li Elmanyayê di mehên havînê de ku rojê zêdetirî 10 hezar penaber derbasî welêt dibûn, hat ragihandin ku ev hejmar di meha Mijdarê gelekî daketiye. -
Kremlîn: Pûtîn wê bi Erdogan re hevdîtinê neke!
Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov da xuyakirin ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn wê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan re hevdîtinê neke. -
Civîna Bilind a Avhewayê COP21 bi 'hêviyên mezin' destpê dike
21. Civîna Bilind a Peymana Çarçoveyê ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP21, li qada fûarê ya Boûrget a li Parîsê îro bi awayekî fermî destpê dike. -
Rûsya: Şandina karkerên Tirk bandorê li projeyan nake
Wezareta Înşaetê ya Rûsyayê da xuyakirin, ku nexebitandina karkerên Tirk wê bandorê li projeyên ku niha bi cih tên anîn, neke. -
Beriya Civîna Bilind a Avhewayê ya Cîhanê çalakiyên xeleka mirovan
Civîna Bilind a Avhewayê ya Cihanê ya ku li paytexta Fransa Parîsê tê lidarxistin wê sibê bi awayekî fermî destpê bike. -
Li Hannoverê meşa li dijî AFD
Li bajarê Hannoverê, meşa ku ji bo daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK'ê hat plankirin, bi meşa li dijî kongreya partiya AFD'ê ya ku bi gotinên xwe yên dijminatiya li biyaniyan derdikeve pêş, hat lidarxistin. -
Drama mirovahiyê ya li ser sînorê Makedonya-Yewnanîstanê naqede
Bi hezaran penaberên hewl didin ji Yewnanîstanê derbasî Makedonyayê bibin, li ser sînor disekinin. Aloziya di navbera penaberan û polîsên li ser sînor de jî dewam dike. -
Guhertina Avhewayê wê salane rê li ber mirina 250 hezar mirovan veke
Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WHO) a beriya Civîna Bilind a COP21 hat aşkerakirin, ji ber guhertina avhewayê, hejmara mirovên jiyana xwe ji dest didin wê gelekî zêde bibe. -
Pûtîn, biryarên tedbîrên aborî yên taybet ên li dijî Tirkiyeyê îmze kir
Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn, biryarên tedbîrên aborî yên taybet ên li dijî Tirkiyeyê yên piştî jetên Tirk balafira şer a Rûs xist hat rojevê îmze kirin. -
Di têkoşîna li dijî terorîzmê de ji Îtalyayê xebatên çandî
Piştî komkujiya li Parîsê, li welatên Ewropayê nîqaş tên kirin, ku bi çi rengî dikarin pêşî li terorîzmê û rûdana dijminatiya navbera gelan bê girtin. -
Pûşkov: Dibe ku ji Tirkiyeyê terorîst bên Rûsyayê
Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Dûma Aleksey Pûşkov diyar kir ku kengî Tirkiyeyê desteka xwe ya ji bo DAIŞ'ê birî, hingî ew dikarin şertê vîzeyê ji holê rakin. -
Civîna Bilind a COP21 wê Jiyana li Parîsê bitevizîne
21. Civîna Bilind a Peymana Çarçoveyê ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP21) wê roja Duşemê li paytexta Fransa Parîsê destpê bike. -
Di êrîşa xwekujî ya Nîjeryayê de 21 kes mirin
Li eyaleta Yobe ya Nîjeryayê êrîşeke xwekujî pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Moskowayê gelek teqemenî hatin girtin!
Li gor rojnameya Komersant; Berdevka Polîsên Moskowa Elana Aleksiyeva ragihand ku li Moskovskî Oblus piştî nîvro di operasyona hevpar a polîsên xwecihî û Îstixbarata Federal a Neteweyî (FSB) li dar xistin, gelek teqemenî hatine bidestxistin. -
Rûsya: Em hevdîtina bi Erdogan re red dikin
Uşakov diyar kir ku heta Tirkiye têkildarî xistina balafira şer a Su-24 lêborînê ji Rûsya nexwaze, wê daxwaza hevdîtina bi Pûtîn re neyê qebûlkirin. -
Li Brukselê asta 'tehdîda terorîst' hat xistin
Koordînasyona analîza tehdîdê ya Belçîka, asta tehdîda terorîst a li paytext Brukselê xistibû meriyetê daxist. -
Boko Haram li Nîjerê bi dehan gundî qetil kir
Çeteyên Boko Haram ên bîat li barbariya DAIŞ'ê kirin, li Nîjerê de herî kêm 18 gundî qetil kirin. -
Elmanya dixwaze ji bo avahiyên nû yên bacê kêm bike
Li Elmanyayê ku di mehên dawî de hejmara penaberên xwe lê girtiye gihaştiye asta rekorê, li gelek bajaran pirsgirêka avahî û stargehan heye. Hikûmet plan dike ku ji bo mirovên bi 'buhayekî guncaw' avahiyê çê bike, bacê kêm bike.