Welatê Belçîkayê, ku beşeke girîng a endamên DAIŞ'ê yên di 13'ê Mijdarê de li Parîsê 130 kes qetil kirin dijiyan, ji bo têkoşîna li dijî terorê xwest 'rêxistineke hevpar a îstîxbaratê ya Yekîtiya Ewropayê' were avakirin.
Serokwezîrê Belçîkayê Charles Mîchel ji radyoya RTL re axivî û îdîa kir ku pêwîstî bi rêxistineke îstîxbarata hevpar a ku rêxistina îstîxbarata Amerîkayê CIA ji xwe re mînak bibîne, heye. Mîchel got, "Bi lezgînî divê em rêxistineke îstîxbaratê ya Ewropayê, CIA'yeke Ewropayê ava bikin" û îdîa kir ku saziyeke bi vî rengî dikare pêşî li êrîşên terorê bigire.
Charles Mîchel ragihand ku di navbera welatên Yekîtiya Ewropayê de pirsgriêkek cidî ya parvekirina îstîxbaratê heye û got, "Eger rêxistinên îstîxbaratê karibin bi awayekî bêkêmasî îstîxbarat parve bikin, dibe ku careke din êrîş neyê kirin."
Serokwezîrê Belçîkayê di mijara parvekirina îstîxbaratê de diyar kir ku di serî de Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Bernard Cazeneûve, gelek rêveberên berpirsyar ên gelek welatan, helwesteke 'derengmayî' nîşan dane.
Daxuyaniyek berevajî vê pêşniyara Charles Mîchel, di hefteyên bihurî de ji Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Thomas de Maîzîere hatibû. De Maîzîere di axaftina xwe ya li ser komkujiyên li Parîsê de ragihandibû ku ew ne amade ne ji serweriya neteweyî ya welatên endam tawîzê bidin û diyar kiribû ku rêxistineke îstîxbaratê ya hevpar a Ewropayê nepêkan e.