CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Siûdî jin cara yekê ye dengê xwe bi kar tînin
Di hilbijartinên şaredariyan ên li Erebîstana Siûdî de, ku îro saet di 08:00 de destpê kir, jin cara yekemîn çûn ser sindoqan. -
Lîder û rêxistinên Şîa: Eger Tirkiye leşkerên xwe venekişîne, em ê dest lê werdin
Lîderên Şîa yên li Iraqê û hêzên wan ên çekdar, li hemberî dewleta Tirk daxuyaniyên tund dan. -
Peymana avhewayê ya li Parîsê tê aşkerakirin
Di Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP21 de, ku ji 30'ê Mijdarê û vir ve li Parîsê tê lidarxistin, di dawiya dawî de peymanek hat morkirin. -
Kerry wê bi Pûtîn re hevdîtinê bike
Di vê hevdîtina hefteyek beriya civîna navneteweyî ya li ser krîza Sûriyeyê de, wê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê bê nirxandin. -
Iraqê giliyê Tirkiyeyê li NY kir
Hikûmeta Iraqê, ji bo leşkerên Tirk tavilê ji Mûsilê were vekişandin, serî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî da. -
Kongreya SPD Gabrîel li pêşberî Merkel qels kir
Di kongreya Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a Elman de, ji bo serokatiya giştî Wezîre Aboriyê yê Federal Sîgmar Gabrîel careke din hat hilbijartin. -
Bedêla koça penaberan a li Elmanyayê wê salane 55 mîlyar euro be
Li Elmanyayê, ku tê payîn heta dawiya salê hejmara penaberên îsal hatine Elmanyayê bigihêje 1 mîlyonî, li gorî lêkolînekê maliyeta salane ya penaberan li dewletê wê ji 25 heta 55 mîlyar euro be. -
Yewnanîstan, YE û IMF li ser hin rêze reformên din li hev kirin
Di muzakereyên navbera Yewnanîstan, Yekîtiya Ewropa (YE), IMF û saziyên din ên krediyê re, ji bo serbestberdana beşek ji krediya nû, li ser pêkanîna hin reforman li hev hat kirin. -
Ji morkirina peymana avhewayê kêm ma
Metna peymana lihevkirinê ya civîna bilind a COP21 ya li Parîsê ji 30'ê Mijdarê û vir ve dewam dike, li benda morkirinê ye. Tê payîn ku peyman saet di 09:00 de bê aşkerakirin. -
Pûtîn: Hişk bin, zû îmha bikin!
Serokê Dewleta Rûsya bang li leşkerên xwe kir. Pûtin wiha got: “(…)Ez talîmatê didim ku hişk bin. Her hedefa ku leşkerên Rûs an jî pêkhateyên me yên leşkerî yên li qadê tehdît dikin demildest îmha bikin.” -
Li Îranê vîrûsa H1N1 rê li ber mirina 42 kesan vekir
Li Îranê, ji meha Mijdarê û vir ve ji ber vîrûsa H1N1 (şewba berazan) 42 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Abassî: Li pişt DAIŞ'ê Tirkiye heye
Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Endamê Diyaloga Neteweyî ya Tûnisê sendîkavan Huseyîn Abassî diyar kir ku li pişt DAIŞ'ê Tirkiye û Qatar hene. -
CDU dixwaze mafê welatîbûnê ji çeteyan bistîne
Hevkarê mezin ê desthilatdariya li Elmanyayê CDU, wê di kongreya xwe ya hefteya pêş de tedbîrên li hemberî DAIŞ'ê û endamên çeteyên din ên Îslamî yên tund, bixe rojeva xwe. -
NY pêşdîtinên xwe yên li ser aboriya cîhanê kêm
Li gorî raporek ji aliyê pisporên NY ve hat amadekirin, rêjeya mezinbûna aboriya îsal a li gelemperiya cîhanê, wê ji texmînan gelekî kêmtir be. -
Pêşnûmeya peymana civîna bilind a avhewayê 'têrker' nîne
Di muzakereyên li civîna bilind a avhewayê COP21 a li paytexta Fransa Parîsê de, pêşnûmeya hat amadekirin, têrker nayê dîtin. -
DYA, Rûsya û NY li ser krîza Sûriyeyê li Cenevreyê dicivin
Rûsya, DYA û Neteweyên Yekbûyî (NY), li ser krîza Sûriyeyê wê roja Înê li Cenevreyê li hev bicivin. -
Moskowa: Îdîaya Tirkiyeyê ya 'xalîkirina etnîkî' bêbingeh e
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Zaharova, li ser îdîaya Tirkiyeyê ya dibêje; Rûsya li Sûriyeyê 'xalîkirina etnîkî' dike got, "Nîşan dide bê çiqasî ji rastiya Sûriyeyê dûr e." -
Lîderê Komara Çekê Zeman: Tirkiye endamê NATO ye, lê hevalbendê DAIŞ'ê ye
Lîderê Çek Zeman da xuyakirin, ku Tirkiye endamê NATO'yê ye, lê belê weke hevalbendekî DAIŞ'ê tevdigere. -
Li Hollandayê 9 hezar xebatkarên bankayê wê bêkar bimînin
Li banka Rabobank a Hollandayê, ku yek ji bankayên girîng ên Hollandayê ye, bi hezaran kes bi xeteriya windakirina karê xwe re rû bi rû ne. -
Îtalyayê pêşî li pêkanîn YE yên li hemberî Rûsyayê girt
Nûnerên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên li Brukselê civiyan, biryara li ser dirêjkirina dema pêkanînên li hemberî Rûsyayê taloqkirin. Tê gotin ku di wergirtina vê biryarê de bandora helwesta dijber a Îtalyayê heye. -
Gotinên nefretê yên Pegîda ket ber lêkolîna polîsan
Tevgera Pegîda ya par li Elmanyayê derket holê û xwe gihand bi hezaran alîgiran, ji ber çalakiyên wê derbasî asta xwepêşandanên nîjadperestiyê bûn, ket ber lêkolîna polîsan. -
Zanîngeha Skoç, nîşana doktora fexrî ji Trûmp stend
Bernamzetê Komargeran ê hilbijartinên serokatiyê yên di sala bê de li DYA tê lidarxistin Donald Trûmp, ji ber gotinên xwe yên tund, hem li welêt hem jî li derveyî welêt rastî nerazîbûnan tê. -
Li Fransayê di nava mehekê de bi hezaran lêgerîn, bi sedan binçavî
Li Fransayê, rewşa awarte ya piştî komkujiya 13'ê Mijdarê ya çeteyên DAIŞ'ê hat ragihandin, dewam dike. Ji 13'ê Mijdarê û vir ve bi hezaran caran lêgerîn hatine kirin û bi sedan kes li malê hatin hepskirin. -
Di şerê li Ûkraynayê de zêdeyî 9 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî rapora Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR), ji Nîsana 2014'an û vir ve di şerê li Ûkraynayê de zêdeyî 9 hezarn kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Serokwezîrê Rûsya: Tirkiye bû bingeha destpêkirina şer
Serokwezîrê Rûsya Dmîtriy Medvedev di bernameyek televîzyonê de pirsên rojnamevanan bersivand.