Pêşnûmeya peymana civîna bilind a avhewayê 'têrker' nîne
Di muzakereyên li civîna bilind a avhewayê COP21 a li paytexta Fransa Parîsê de, pêşnûmeya hat amadekirin, têrker nayê dîtin.
Di muzakereyên li civîna bilind a avhewayê COP21 a li paytexta Fransa Parîsê de, pêşnûmeya hat amadekirin, têrker nayê dîtin.
Di muzakereyên li civîna bilind a avhewayê COP21 a li paytexta Fransa Parîsê de, pêşnûmeya hat amadekirin, têrker nayê dîtin. Di pêşnûmeyê de ewilî zêdeyî 350 xal hebûn, lê belê di rewşa dawî ya pêşnûmeyê de bi tenê 48 xal hene.
Civîna Bilind a COP21 a Peymana Çarçoveyê ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFCCC) li ber bi dawîbûnê ye. Di pêşnûmeya dawî ya li COP21'ê li ser muzakere hat kirin de, armanca ragirtina germahiya global di bin 2 pileyan de weke gaveke erênî hat dîtin. Lê belê tê gotin ku sozên heta roja îro ji bo vê armancê hatine dayîn, têrker nînin.
Dîrektorê Fransayê yê Greenpeace Jean Françoîs Jûllîard destnîşan kir ku pêşnûmeya peymana avhewayê ya tê payîn îro li ser li hev bê kirin 'kêm e'. Jûllîard ragihand ku pêşnûme, di têkoşîna li hemberî germahiya global de, di 'asta tê xwestin' de nîne û da zanîn ku sozên ji bo kêmkirina gaza sera, gelekî kêm û nizm in.
Rêveberê Greenpeace li ser asta muzakereyên 11 roj in dewam dike axivî û diyar kir ku wan ji 'xwepêşandaneke qelsiyê ya qada navneteweyî re" şahidî kirine.
Rêveberê Greenpeache ragihand ku divê heta sala 2050'î petrol, gaz û komir bi temamî werin terikandin û rexne kir ku beşeke mezin a hedefên li ser enerjiya dikare bê nûkirin têkildarî parzemîna Afrîkayê de ye. Jûllîard anî ziman ku divê pêwîstiya mezin a bi enerjiya dikare bê nûkirin a vê sedsalê, were dîtin.