Lîder û rêxistinên Şîa: Eger Tirkiye leşkerên xwe venekişîne, em ê dest lê werdin
Lîderên Şîa yên li Iraqê û hêzên wan ên çekdar, li hemberî dewleta Tirk daxuyaniyên tund dan.
Lîderên Şîa yên li Iraqê û hêzên wan ên çekdar, li hemberî dewleta Tirk daxuyaniyên tund dan.
Piştî lîderê mezintirîn civata Şîa ya li Iraqê Ayetûllah Sîstanî, Sadr jî nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da. Berdevkên hêzên Heşd El Şebî û Bedîr jî gotin, "Em ê li hemberî Tirkiykeyê bikevin nava tevgerê."
Di navbera Iraq û dewleta Tirk de 'krîza Mûsilê' dewam dike. Hikûmeta Iraqê, ji bo leşkerên Tirk tavilê ji Mûsilê bê vekişandin serî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî da.
Lîderên Şîa yên li Iraqê û hêzên wan ên çekdar jî, li hemberî dewleta Tirk daxuyaniyên tund dan.
SÎSTANÎ: DESTÛRÊ NEDIN BINPÊKIRINA SERWERIYÊ
Lîderê Şîa yê Iraqî Ayetûllah Alî Sîstanî, ji bo destûr ji binpêkirina serweriya welêt re bi ti awayî neyê dayîn, bang li hikûmeta Bexdayê kir.
Sîstanî bi rêya berdevkê xwe Abdulmehdî Kerbelaî daxuyaniyek da û got, "Parastina serweriya Iraqê di bin berpirsyariya hikûmeta Iraqê de ye. Sedem û hinceta xwe çi dibe bila bibe, divê destûr ji vê re neyê dayîn."
SADR: DAGIRKERIYA TIRK LI BER DERÎ YE, EM AMADE NE DEST LÊ WERDIN
Lîderê koma Sadr a Iraqê, lîderê olî yê Şîa Muqteda El Sadr jî got, "Dagirkeriya Tirk li ber derî ye."
El Sadr di xutba li mizgefta Kufe ya Necefê de ji civatê re axivî û got, "Dagirkeriya Tirk li ber derî ye. Hin kom li hemberî vê hem ji aliyê leşkerî hem jî bi rêyên cuda şer dikin. Eger ev kom nikaribin wezîfeya xwe bi cih bînin, em amade ne dest lê werdin."
HEŞD EL ŞEBÎ: 3 ROJÊN TIRKIYEYÊ HENE
Milîsên ser bi koma Heşd El Şebî ya Şîa jî ji bo Serkonsolosxaneya Iraq/Basra ya Tirkiyeyê û şîrketên Tirk ji bajêr derkevin 72 saet wext destnîşan kir.
Di daxuyaniya navenda çapemeniyê ya Heşd El Şebî ya li Basrayê de hat ragihandin ku hebûna leşkerên Tirkiyeyê li herêma Başîka ya Mûsilê, ne bi dilê Bexdayê ye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Milîsên Şîa yên ser bi Heşd El Şebî, hebûna esferên Tirk li xaka Iraqê bi ti awayî qebûl nakin. Vê yekê weke îlana şer li dijî Iraqê dibîne."
HÊZÊN BEDÎR: WÊ BERDÊLA WÊ BIDIN
Berdevkê Hêzên Bedîr ên li Iraqê Kerîm Nûrî da xuyakirin ku eger artêşa Tirk leşkerên xwe yên şandiye Mûsilê venekişîne, ew ê dest lê werdin.
LI GELEK BAJARAN DEWLETA TIRK HAT PROTESTOKIRIN
Duh li paytexta Iraq Bexda, li bajarên Basra, Meysan û Babîlê di xwepêşandanên li dijî nelirêtiyê de, hebûna leşkerên Tirk a li Mûsilê hat protestokirin û ji Enqereyê hat xwestin ku leşkerên xwe vekişîne.