Kerry wê bi Pûtîn re hevdîtinê bike

Di vê hevdîtina hefteyek beriya civîna navneteweyî ya li ser krîza Sûriyeyê de, wê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê bê nirxandin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê (DYA) John Kerry wê roja Sêşemê biçe serdana Moskowayê û bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtinê bike.

Di vê hevdîtina hefteyek beriya civîna navneteweyî ya li ser krîza Sûriyeyê de, wê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê bê nirxandin.

Ji Berdevkên Wezareta Karên Derve ya DYA Mark Tonner, serdana Kerry a ji bo Moskowayê, di dema Civîna Bilind a Avhewayê ya li Parîsê aşkera kir. Tonner ragihand ku serdan wê ji bo xwegihandina çareseriyeke siyasî û hewldanên ji bo tinekirina DAIŞ'ê, bê kirin. Di hevdîtinê de wê krîza Ûkraynayê jî bê nirxandin.

Têkiliyên navbera her du welatan, tevî ku ji Şerê Sar û vir ve di dema herî nexweş de ye jî, Rûsya û DYA li ser krîza Sûriyeyê civînên nû organîze dikin. 17 welat û 3 organîzasyonên navneteweyî wê di 18'ê Kanûnê de di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê bicivin û krîza Sûriyeyê binirxînin.

Di vê civînê de wê li ser perspektîfa agirbesteke bi muzakereyan, bê rawestîn. Civîna li New Yorkê wê dewama civînên 30'ê Cotmehê û 14'ê Mijdarê yên Viyanayê be.