Li Fransayê, rewşa awarte ya piştî komkujiya 13'ê Mijdarê ya çeteyên DAIŞ'ê hat ragihandin, dewam dike. Ji 13'ê Mijdarê û vir ve bi hezaran caran lêgerîn hatine kirin û bi sedan kes li malê hatin hepskirin.
Li gorî bîlançoya pêkanîna rewşa awarte ya ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hat ragihandin, bi giştî 2 hezar 500 serdegirtin û lêgerîn hatin kirin. Di dema lêgerîn-lêpirsîna polîs û jendermeyan de, lêpirsîna 305 kesan hat kirin û 267 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtin û lêgerînên heta roja Îro de 39 çek hatin dîtin.
Di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li 6 nuqteyên cuda yên Parîs û Saînt Denîsê de, tevî mirina 7 çeteyan 130 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, zêdeyî 350 kes birîndar bûbûn. Hat ragihandin ku rewşa awarte ya piştî êrîşê wê herî kêm sê mehan dewam bike.
Ji ber rewşa awarte li sînorê welêt kontrol, li kolanan, daîreyên fermî û dikanan kontrol tê kirin. Îdîayên li ser zêdegaviya rewşa awarte û pêkanînên kêfî yên li hemberî biyaniyan, bi taybetî di medya civakî de cih digirin.