Iraqê giliyê Tirkiyeyê li NY kir

Hikûmeta Iraqê, ji bo leşkerên Tirk tavilê ji Mûsilê were vekişandin, serî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî da.

Hikûmeta Iraqê, ji bo leşkerên Tirk tavilê ji Mûsilê were vekişandin, serî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da.

Nameya serlêdanê ji aliyê Nûnerê Timî yê Iraqê yê li Neteweyên Yekbûyî Mûhammed Alî el-Hakîm ve hat pêşkêşkirin.

Di nameya pêşkêşî Serokatiya Konseya Ewlekariyê ya NY hat kirin de hat destnîşankirin ku hebûna leşkerên Tirk li Iraqê ku bi awayekî vekirî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.

Iraqê ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest, ku ji bo leşkerên Tirk ji nava xaka Iraqê vekişin û tavilê serweriya Iraqê binpê neke, daxwazê ji Tirkiyeyê bike.

Di nameyê de hat ragihandin ku ji bo pirsgirêk bi rêyên dîplomatîk û diyaloga navbera her du welatan bê çareserkirin, Iraq ketiye nava hewldanan, lê belê di mijara vekişandina leşkeran de Tirkiye qanih nebûye.

Di nameyê de her wiha hat gotin, "Mafê Iraqê heye, ku ji bo pêşî li çalakiyên agresîf ên Tirkiyeyê bigire û xwe biparêze, hemû tedbîrên pêwîst bigire."