NY pêşdîtinên xwe yên li ser aboriya cîhanê kêm
Li gorî raporek ji aliyê pisporên NY ve hat amadekirin, rêjeya mezinbûna aboriya îsal a li gelemperiya cîhanê, wê ji texmînan gelekî kêmtir be.
Li gorî raporek ji aliyê pisporên NY ve hat amadekirin, rêjeya mezinbûna aboriya îsal a li gelemperiya cîhanê, wê ji texmînan gelekî kêmtir be.
Li gorî raporek ji aliyê pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat amadekirin, rêjeya mezinbûna aboriya îsal a li gelemperiya cîhanê, wê ji texmînan gelekî kêmtir be. Di raporê de hat ragihandin ku nîveke rêjeya mezinbûnê ya sala 2015'an wê ji sedî 2,4 be. Di meha Gulanê de hatibû texmînkirin ku ev rêje ji sedî 2,8 be.
Li gorî raporê, rêjeya mezinbûnê ya sala 2016'an ku di nirxandina meha Gulanê de weke ji sedî 3,1 hat texmînkirin, wê ji sedî 2,9 be. Tê texmînkirin ku mezinbûna sala 2017'an jî wê ji sedî 3,1 be.
Di rapora NY de hat ragihandin ku li gorî texmînan, rêjeya mezinbûna li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya heta dawiya sala 2015'an ji sedî 1,9, di sala 2016'an de ji sedî 2, û di sala 2017'an de jî ji sedî 2,2 be. Rêjeya mezinbûna aboriya welatên Başûrê Ewropayê jî wê ji sedî 3 be.
Rêjeya mezinbûna li DYA wê îsal ji sedî 2,4 be, di sala 2016'an de ji sedî 2,6, di sala 2017'an de jî ji sedî 2,8 be. Tê texmînkirin ku Japonya jî îsal ji sedî 0,5, sala were ji sedî 1,3 û sala 2017'an jî ji sedî 0,6 be.
WELATÊN BI PÊŞ VE DIÇIN RÊ LI BER ENDÎŞEYAN VEDIKIN
Nuqteyeke din a ku pisporên NY balê dikişînin ser, rewşa aboriyê ya welatên bi pêş ve diçin e, ku di nav de Çîn, Rûsya, Hîndîstan û Brezîlya jî hene. Di raporê de hat ragihandin ku krîza aboriyê ya salên 2008-2009'an herî zêde bandora xwe li van welatan kir û hat destnîşankirin ku mezinbûna sala 2015'an wê ji sedî 2,8 be, lê belê di 2 salên bê de ev asta mezinbûnê wê qels bibe.
Di dewama raporê de hat bibîrxistin ku ji nava van welatan aboriya Rûsyayê heta dawiya vê salê bi rêjeya ji sedî 3,8 biçûk bûye û di salên were de ji aliyê aboriya Rûs ve ew ne li benda mezinbûnê ne. Biçûbûna aboriya mezintirîn welatê Başûrê Amerîkayê Brezîlyayê di asta rêjeya ji sedî 2,8'an de hat hesabkirin.
Tê payîn ku aboriya Brezîlyayê di sala bê de herî kêm bi rêjeya ji sedî 0,8 biçûk bibe.