Yewnanîstan, YE û IMF li ser hin rêze reformên din li hev kirin

Di muzakereyên navbera Yewnanîstan, Yekîtiya Ewropa (YE), IMF û saziyên din ên krediyê re, ji bo serbestberdana beşek ji krediya nû, li ser pêkanîna hin reforman li hev hat kirin.

Di muzakereyên navbera Yewnanîstan, Yekîtiya Ewropa (YE), IMF û saziyên din ên krediyê re, ji bo serbestberdana beşek ji krediya nû, li ser pêkanîna hin reforman li hev hat kirin.

Wezîrê Ekonomiyê yê Yewnanîstanê Yorgos Stathakîs diyar kir ku bi YE, IMF û saziyên krediyê re li hev hatiye kirin û wê krediyeke nû ya ji 1 mîlyar euroyî serbest bê berdan. Stathakîs piştî hevdîtina navbera heyetan axivî û got, "Li ser vê para nû ya krediyê me li hev kir."

Çavkaniyên hikûmetê yên ji ajansa nûçeyan a ANA re axivîn jî anîn ziman, ku di çarçoveya 'paketa rizgarkirinê' ya di meha Tîrmehê de hat qebûlkirin, li ser taybetîkirinê li hev hatiye kirin. Çavkaniyên hikûmetê dan zanîn ku di hevdîtinên duh de li ser çarçoveya fona taybetîkirinê de li hev hatiye kirin.

Fona taybetîkirinê ya li welêt bê avakirin, wê ji aliyê heyeteke îdareyê ya ji 5 kesan ve tê kontrolkirin, ku 3 ji van endaman nûnerên hikûmeta Yewnanîstan e.

Di çarçoveya taybetîkirinê de li ser daxwaza YE, IMF û saziyên din ên krediyê, li hev hat kirin ku ji sedî 49 para şîrketa elektrîkê Admîe bi rêya borsayê dewrî sektora taybet were kirin.

Muzakereyên li ser dayîna deynên avahiyan û karsazan ên biçûk û mezin, tê payîn ku di destpêka meha Çileyê de bên kirin.