Serokwezîrê Rûsya: Tirkiye bû bingeha destpêkirina şer

Serokwezîrê Rûsya Dmîtriy Medvedev di bernameyek televîzyonê de pirsên rojnamevanan bersivand.

Serokwezîrê Rûsya Medvedev ji bo êrîşa Tirkiye ya li dijî balafira wan got, ‘sedema şer’ e.

Medvedev diyar kir ku ambargoyên li hember Tirkiyeyê wan zêde bandor nake û her wiha got, “wê karibin têra xwe bikin.”

Serokwezîrê Rûsya Dmîtriy Medvedev di bernameyek televîzyonê de pirsên rojnamevanan bersivand.

‘TIRKIYE, BINGEHA ŞEREKÎ AVA KIR’

Medvedev têkîldarî krîza piştî xistina balafira wan ji aliyê Tirkiyeyê wiha got: “Têkîldari mijara Tirkiyeyê, sekinandina seferên charter bertekek a dewleta me ya ji bo xwe parastinê ye. Rewşek wek xistina balafira me di sedsala 20. de çêbibûya wê şer derketa.

Ji ber ev, yekser êrîşkirina welatekî ye. Di roja me de şer, tiştekî herî ne baş e. Ji ber vê jî biryar hat dayin ku bi awayekî sîmetrîk bersiva Tirkiyeyê neyê dayin. Bi xistina balafira me, Tirkiyeyê tevahî pîvanên hiqûqa navneteweyî îhlal kir û çalakiya êrîşê pêk anî. Rewşek diyar ava kir, ango ji destpêkirina şer re bingeh ava kir.”

Medvedev diyar kir ku tevî vê jî biryara şer negirtine, wiha berdewam kir:  

JI TIRKIYEYÊ RE AMBARGO

“Sekinandina seferên balafiran ên Tirkiye û Misirê ne niyeta xerab a Rûsya ye. Ev mijar têkîldarî ewlehiya welatê me ye. Ji bo em karibin ewlehiya welatiyên xwe pêk bînin, me biryar girt ku em seferên balafiran bisekinînin.”
Medvedev ji bo maliyeta operasyona Sûriyeyê got ‘sir’ e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wezareta Parastinê ya Rûsya heta niha ji bo operasyona Sûriye ti butçeyek din daxwaz nekiriye.”
Medvedev destnîşan kir ku ambargoyên danîne ser Tirkiyeyê wê fiyetên xurekan bandor bike, lê wê encamên wê yên pir mezin tinebin.

‘EM TÊRA XWE DIKIN’

Medvedev diyar kir ku bazarên derve li ser wan bê girtin jî wê aboriya Rûsyayê têra xwe bike, wiha dom kir: “Em bi çavkaniyên xwe dijîn. Ev hem baş e, hem ne baş e. Welatê me fêm kir ku kare bi derfetên xwe bijî û di nav van şertana jî dikare pêş bikeve.”