Li Hollandayê 9 hezar xebatkarên bankayê wê bêkar bimînin
Li banka Rabobank a Hollandayê, ku yek ji bankayên girîng ên Hollandayê ye, bi hezaran kes bi xeteriya windakirina karê xwe re rû bi rû ne.
Li banka Rabobank a Hollandayê, ku yek ji bankayên girîng ên Hollandayê ye, bi hezaran kes bi xeteriya windakirina karê xwe re rû bi rû ne.
Li banka Rabobank a Hollandayê, ku yek ji bankayên girîng ên Hollandayê ye, bi hezaran kes bi xeteriya windakirina karê xwe re rû bi rû ne. Banka ku beriya niha biryar dabû 3 hezar xebatkaran ji kar derxîne, niha jî diyar kir ku ew ê 9 hezar xebatkarên din ji kar derxîne.
Di daxuyaniya Rabobank de hat ragihandin ku wê ji 24 hezar xebatkaran 9 hezarî heta sala 2018'an kêm bikin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku yên ji kar bên derxistin, wê bi giranî ji xebatkarên xizmetên muşterî û beşa îdarî pêk werin.
Rabobank a ku di sala 1972'an de bi yekbûna du kooperatîfên cuda yên kredî ava bû û weke girîngtirîn kooperatîfa çandiniyê ya welêt ê dîtin, da xuyakirin ku ew ê hewl bidin bikin ku beşeke girîng a 9 hezar xebatkaran bi 'dilxwazî' ji kar derkevin.