CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Îranê ji ber serî nixumandinê 40 wesayîtên jinan hatin desteserkirin
Li Îranê, ji ber mecbûriyeta nixumandina serî, cezayên li jinan tên birîn derketin asteke bilind. -
Boko Haram herî kêm 30 gundî qetil kir
Li Nîjeryayê, di êrîşên çeteyên Boko Haram de herî kêm 30 gundiyan jiyana xwe ji dest dan. -
YE ji bo welatiyên xwe jî kontrola sînoran a birêkûpêk dixwaze
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) diyar kir ku ew dixwazin, di navbera welatên di nava Peymana Schengenê de cih digirin, kontrolên sînoran bi xurtî werin kirin û ev kontrol ji bo welatiyên YE jî derbasdar be. -
Iraq: Bila dewleta Tirk leşkerên xwe bikşîne
Daxuyaniya Tirkiyeyê ya ku 4’ê Kanûnê beşek ji leşkerên şandinê bajarê Mûsilê yê Iraqê vekişandine, rêveberiya Bexdayê tatmîn nekir. -
Malîkî: Em ê nehêlin Tirkiye Mûsilê ji Iraqê qut bike
Alîkarê Serokkomarê Iraqê Nûrî El Malîkî diyar kir ku Tirkiye dixwaze ji kaosa li Iraqê sûdê werdbigire û Mûsilê ji Iraqê qut bike. Malîkî destnîşan kir ku ev xeyalên Tirkiyeyê wê bi cih neyên. -
Polîsên Elman dixwazin penaberan ji ser sînor vegerînin!
Li Elmanyayê, ku bi qasî 1 mîlyon penaberan îsal xwe lê girtin, hat îdîakirin ku ji bo polîs penaberan ji ser sînor vegerînin, planeke ji tedbîrên tund amade hatiye amadekirin. -
Muzakereyên endametiya Sirbîstanê li Yekîtiya Ewropayê bi pêş ve diçin
Hevdîtinên endametiyê yên navbera Yekîtiya Ewropa û Sirbîstanê, bi pêş ve diçin. -
Li Yemenê agirbesta ji bo hefteyekê
Li Yemenê, ji ber hevdîtinên diyalogê yên îro li Cenevreyê destpê bikin, biryar dan ku 7 rojan agirbestê îlan bikin. -
Hilbijartinên Spanyayê: Li gorî anketan dengên Podemos zêdetir dibin
Li Spanyayê roja Yekşemê hilbijartinên giştî tên kirin. Tê payîn ku partiya mûxafazakar PP a li desthilatdariyê vê carê kêm bike. -
Bang Kî-Moon: Ji bo bicihanîna armancên avhewayê banga lezgîn kir
Di civîna bilind a avhewayê COP21 a hefteya derbasbûyî li Parîsê hat lidarxistin de, ji bo parastina avhewayê hin armanc hatin destnîşankirin. Lê belê fikarên li ser bicihanîna van armancan, hînê dewam dikin. -
Kremlîn: Hevdîtina Pûtîn- Erdogan pêk nayê!
Kremlînê ragihand ku hevdîtina sibe ya dihat plankirin di navbera Pûtîn û Erdogan de bihata lidarxistin, pêk nayê. -
Di êrîşên li derdora Şamê de bi dehan kes mirin
Hat îdîakirin ku di êrîşên artêşê yên li hemberî bajarên li rojhilatê paytexta Sûriye Şamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Swîsreyê 2 kes ji ber sûcdariya terorê hatin girtin
Li Cenevreyê, 2 kesên roja Înê hatin binçavkirin, ji ber sûcdariya hilberîna teqemenî û gazên bi jehr hatin girtin. -
Li Fransayê rastgiriya tund 'vê gavê' hat rawestandin
Li Fransayê, zêdebûna tevlîbûna hilbijêran li hilbijartinên herêmî yên duh bû sedem ku Front National a rastgiriya tund (Eniya Neteweyî-FN) li hemû herêman winda bike. Lê zêdebûna rêjeya dengê partiya nîjadperest balê dikişîne. -
Fransa rê neda rastgirên tund
Di hilbijartinên herêmî yên li Fransayê yên ku duyemîn tûra wan pêk tên de, hilbijêran rê nedan Front National (FN) a rastgira tund. -
Li Nîjerya qetlîam: 300 mirî
Leşkerên Nîjerya, li eyaleta Bakurê Kandûna li hember Şîayên torena şînê pêk tanîn, êrîş kirin. Di êrîşan de 300 kesên Şiî yên sivîl jiyana xwe ji dest dan. -
Li Erebîstana Siûdî sê jin ji bo meclîsa şaredariyê hatin hilbijartin
Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartinan, li Cîddeyê 2, li Mekkeyê jî jinek ji bo meclîsa şaredariyê hatin hilbijartin. -
Li Pakîstanê teqîn: 15 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li herêma Paraçinar a ser bi Kûrram a Pakîstanê, ji ber êrîşeke bombeyî ya li qadeke bazarê, li gorî agahiyên destpêkê 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 47 kes birîndar bûn. -
Ji ber şewata li nexweşxaneyeke li Rûsyayê 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li nexweşxaneyeke nexweşên derûnî ya li bajarê Voronejê, duh bi şev şewatek derket. Ji ber şewatê 23 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Di çalakiyên dijberiya Neo-Nazî yên li Elmanya de aloziyê rû da
Li bajarê Elmanya Leîpzîgê, li dijî xwepêşandana Neo Naziyan, komên çep û demokrat bi taybetî jî xwendekaran xwepêşandan lidar xistin. -
Li Fransayê tûra duyemîn a hilbijartinên herêmî tê kirin
Piştî tûra yekemîn a hilbijartinên kosneya herêman a Fransayê, ku roja Yekşemê pêk hat û Eniya Neteweyî (Front National-FN) a rastgiriya tund bû partiya yekemîn, îro tûra duyemîn tê kirin. -
Ji bo xizanan çalakiya pêxistina findan
Li Swîsreyê ku yek ji 10 kesan di bin sînorê xizaniyê de dijî. Li zêdeyî sed komunan, li dijî xizaniyê find hatin pêxistin. -
Xebatkarên balafirgeha Yewnan li dijî 'dagirkeriya Elman' derdikevin
Li Yewnanîstanê, li dijî xwemalîkirina balafirgehan ku bi desthilatdariya Syrîza re pêk hat, sendîkayên karkeran rabûn ser piyan. -
Bi hezaran kes li Bexdayê li dijî Tirkiyeyê meşiyan
Li Bexdayê, bi hezaran kes danê nîvro ji bo şermezarkirina hebûna leşkerên Tirk ên li herêma Başîka ya Mûsilê, ber bi Meydana Tahrîr ve meşiyan. -
COP21: Hedefa germahiya global 1,5 derece ye
Wezîrê Karên Derve yê Fransa Laûrent Fabîûs belgeya lihevkirinê ya konferansê ku piştî muzakereyên 12 rojan bi encam bû, da xuyakirin.