Li Pakîstanê teqîn: 15 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li herêma Paraçinar a ser bi Kûrram a Pakîstanê, ji ber êrîşeke bombeyî ya li qadeke bazarê, li gorî agahiyên destpêkê 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 47 kes birîndar bûn.

Li herêma Paraçinar a ser bi Kûrram a Pakîstanê, ji ber êrîşeke bombeyî ya li qadeke bazarê, li gorî agahiyên destpêkê 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 47 kes birîndar bûn.

Li dû teqînê, birîndar rakirin nexweşxaneyên li Paraçinarê. Fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibe.

Li gorî agahiyên destpêkê, teqîn ji ber teqemeniya li navenda bazarê hat bicihkirin û ji dûr ve hat teqandin, rû da. Hat ragihandin ku di dema teqînê de gelek mirov li qada bazarê hebûn. Li herêma teqînê lê rû da, rewşa awarte hat ragihandin. Lêkolînên polîsan ên li cihê bûyerê dewam dikin.