Di çalakiyên dijberiya Neo-Nazî yên li Elmanya de aloziyê rû da

Li bajarê Elmanya Leîpzîgê, li dijî xwepêşandana Neo Naziyan, komên çep û demokrat bi taybetî jî xwendekaran xwepêşandan lidar xistin.

Li bajarê Elmanya Leîpzîgê, li dijî xwepêşandana Neo Naziyan, komên çep û demokrat bi taybetî jî xwendekaran xwepêşandan lidar xistin. Di van xwepêşandanên ku heta danê êvarê dewam kirin de polîs û xwepêşandêr bi hev ketin û di encamê de bi dehan polîs û xwepêşandêr birîndar bûn.

Li bajarê Leîpzîgê ku yek ji girîngtirîn bajarê Rojhilatê Elmanyayê ye, duh bi qasî 130 Neo-Naziyan xwepêşandanek lidar xistin. Li hemberî wan jî, 2 hezar 500 kesî çalakiyek pêk anîn. Neo-Naziyan xwestin meşa wan di taxa Connewîtzê ya ku çepgir lê gelek in, derbas bibe. Li hemberî vê daxwaza Neo-Naziyan, ji danê sibehê û pê ve gelek xwepêşandan hatin lidarxistin. Polîsê Leîpzîgê ragihand ku li Connewîtz û cihê çalakiya Naziyan Sudvorstadtê, tevahiya rojê gelek lastîk hatin şewitandin.

Di çalakiya herî mezin a li dijî Neo-Naziyan de, ku koma xwendekaran 'Durchgezahlt' jî hebû, bi qasî 2 hezar 500 kes amade bûn. Lê belê danê nîvro, beşek ji vê komê û polîs pev çûn.

Di bûyeran de bi qasî 40 polîs û xwepêşandêr birîndar bûn. Bi dehan çalakger jî hatin binçavkirin. Her wiha hat ragihandin ku gelek koynteynirên çopê şewitîn û rawestgeheke otobusan zerar dîtiye.

Di nava kesên hatine binçaviyan de oldar Lothar Konîg jî hebû ku bi sekna xwe ya dijberiya Neo-Naziyan tê naskirin. Konîg piştre hat berdan, lê belê der heqê wî de lêpirsîn hat vekirin.