Polîsên Elman dixwazin penaberan ji ser sînor vegerînin!

Li Elmanyayê, ku bi qasî 1 mîlyon penaberan îsal xwe lê girtin, hat îdîakirin ku ji bo polîs penaberan ji ser sînor vegerînin, planeke ji tedbîrên tund amade hatiye amadekirin.

Li Elmanyayê, ku bi qasî 1 mîlyon penaberan îsal xwe lê girtin, hat îdîakirin ku ji bo polîs penaberan ji ser sînor vegerînin, planeke ji tedbîrên tund amade hatiye amadekirin.

Rojnameya Dîe Welt, di nûçeya xwe ya agahiyan dispêre parlamenterên partiyên li desthilatdariyê CDU û SPD de ragihand, ku Rêxistina Polîsan a Federal, ji bo penabera ji ser sînor vegerînin planek pêşkêşî Meclîsê kiriye. Li gorî îdîayê, eger tevî hemû hewldanên desthilatdariyê hejmara penaberan neyê kêmkiri, ew ê li ser sînorê Awûstûryayê sê xetên cuda werin avakirin û bi vî rengî pêşî li hatina penaberan bê girtin.

Di çarçoveya plana ku ji aliyê Serokê Rêxistina Polîsan a Federal Dîeter Romann ve pêşkêşî Meclîsê hat kirin de, hat pêşniyarkirin ku li 60 nuqteyên derbasbûnê yên li ser sînor, kontrolên tund werin kirin. Li gorî plana ku Romann bi xwe pêşkêş kiriye, ji bo pêşîgirtina li penaberan tê xwestin li ser sînor TOMA werin bikaranîn û polîs dest li penaberan werdin.

Rojnameya Welt di nûçeya xwe de ragihand ku xeleka dawî ya pêşîgirtina li penaberan jî ew e; biyaniyên hatine tespîtkirin ku mafê wan ê penaberiyê nîne bi helîkopterê bibin ser sînor û ji wir bên dersînorkirin.