Di êrîşên li derdora Şamê de bi dehan kes mirin

Hat îdîakirin ku di êrîşên artêşê yên li hemberî bajarên li rojhilatê paytexta Sûriye Şamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hat îdîakirin ku di êrîşên artêşê yên li hemberî bajarên li rojhilatê paytexta Sûriye Şamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên ji aliyê Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda xwe li Londonê ye, di êrîşên li hemberî bajarên di destê mûxalîfan de ne yên li nêzî Şamê, herî kêm 45 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. SOHR'ê diyar kir ku êrîş li hemberî Dûma, Harasta, Seqba û Arbîn ên li rojhilatê Şamê pêk hatine.

Tê gotin ku ji mirovên di êrîş û şer de jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 10 jê jin û zarok in.

Saziya Çavdêriyê da zanîn ku li van deran bomberdûman ji aliyê balafiran hatine kirin, lê belê nayê zanîn ku balafir ên Sûriyeyê ne yan ên artêşa Rûs in.

Di vê navberê de, li paytext Şamê di êrîşa li hemberî qadeke di bin kontrola artêşê de ye, herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.