Li Îranê ji ber serî nixumandinê 40 wesayîtên jinan hatin desteserkirin

Li Îranê, ji ber mecbûriyeta nixumandina serî, cezayên li jinan tên birîn derketin asteke bilind.

Li Îranê, ji ber mecbûriyeta nixumandina serî, cezayên li jinan tên birîn derketin asteke bilind. Ji destpêka meha Adarê û vir ve, bi hinceta ku serê xwe li gorî qanûnan nenixumandine, bi dehan wesayîtên jinan hatin desteserkirin.

General Teymûr Huseyînî diyar kir, ku ji ber li gorî qexeya serî nixumandinê tevnegeriyane, ji meha Adarê û vir ve wesayîtên 40 jinan hatine desteserkirin. Huseyînî ragihand ku jinên ji ber serî nixumandinê wesayîtên wan hatine desteserkirin, sewqî dadgeriyê hatine kirin.

Polîsên Îranê di nava meha Mijdarê de ragihandibûn ku eger jin li gorî hatiye destnîşankirin serê xwe bi têrkerî nenixumînin, wê di nava hefteyekê de wesayîtên wan bên desteserkirin.