Ji bo xizanan çalakiya pêxistina findan

Li Swîsreyê ku yek ji 10 kesan di bin sînorê xizaniyê de dijî. Li zêdeyî sed komunan, li dijî xizaniyê find hatin pêxistin.

Li Swîsreyê ku yek ji 10 kesan di bin sînorê xizaniyê de dijî. Li zêdeyî sed komunan, li dijî xizaniyê find hatin pêxistin.

Saziya alîkariyê ya bi navê Carîtas, di bin navê 'Mîlyonek Stêrk' de çalakiya piştgiriyê organîze kir û bi deh hezaran Swîsreyî beşdar bûn. Ji bo bal bê kişandin ser bi sed hezaran mirovên li welêt di bin sînorê xizaniyê de dijîn, li zêdeyî sed komunan çalakiya piştgiriyê hat lidarxistin.

Ev çalakiya li dijî xizaniyê îsal cara 11'an e ku tê lidarxistin. Li gorî daneyên Carîtasê, li Swîsreya ji 8 mîlyon kesî, tevî ku hatineya milî li gorî welatên Ewropayê têra xwe bilind e, bi qasî ji sedî 10 ê şêniyên welêt di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Li gorî daneyên Buroya Stastîstan a Federal, di binê sînorê xizaniyê yê salane 25 hezar 200 Frank e, zêdeyî 590 hezar mirov dijîn û ji van herî kêm 206 hezar mirovên teqawît in.

Bi qasî 100 hezar mirovên di bin sînorê xizaniyê de dijîn zarok in. 280 hezar jî xizanên dixebitin e.

Li aliyê din tê zanîn ku beşeke girîng a penaberên li vî welatî jî di bin sînorê xizaniyê de dijîn.