Fransa rê neda rastgirên tund

Di hilbijartinên herêmî yên li Fransayê yên ku duyemîn tûra wan pêk tên de, hilbijêran rê nedan Front National (FN) a rastgira tund.

Di hilbijartinên herêmî yên li Fransayê yên ku duyemîn tûra wan pêk tên de, hilbijêran rê nedan Front National (FN) a rastgira tund. Li gor encamên destpêkê, herî kêm di 5 herêman de lîsteya Partiya Sosyalîst (PS), di navbera 6 û 9 herêman de ya rastgiran, rastgirên navendî û partiyên lîberal bi ser dikevin, tevî hejmara dengan zêde bûn jî rastgirên tund tenê li herêmekê de li pêş in.

Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinê li hin herêmên girîng rêjeyên dengan wiha ne:

 Alsace - Champagne-Ardenne - Lorraine :

LR ji sedî 48,4,

 FN ji sedî 36,4,

 PS ji sedî 15,2,

 

Bourgogne - Franche-Comté:

FN ji sedî 34,

LR ji sedî 33,

PS ji sedî 32

 

Korsîka:

Lîsteya Nîjadperestên: ji sedî 37,

Lîsteya çepgiran ji sedî 31,

Lîsteya rastgiran ji sedî 26,

FN ji sedî 7,5

 

Nord-Pas-de-Calais - Picardie [v] Normandie:

LR ji sedî 57,5,

FN ji sedî 42,5

 

Pays de la Loire:

LR ji sedî 42,

PS ji sedî 37,

FN ji sedî 21

 

Provence-Alpes-Côte d'Azur:

LR ji sedî 55,

FN ji sedî 45.

 

Encamên herêma Ile-de-France ya ku paytext Parîs jî tê de ye hê zelal nebûne.