CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Herî kêm 3770 koçberên hewl dan ji Derya Spî derbas bibin jiyana xwe ji dest dan
Rêxistina Navneteweyî ya ji bo Koçberan ragihand ku di sala 2015'an de herî kêm 3770 koçberên hewl dan ji Derya Spî derbas bibin û xwe bigihînin Ewropayê jiyana xwe ji dest dane. -
Li Ewropayê alarma sersalê
Ewropa di nava şert û mercên awarte de dest bi sala nû dike. Li Brukselê teqandina fîşekên hewayî û pîrozbahî hatin betalkirin. -
Artêşa Amerîkayê dest ji projeya 'hêstirê robot' berda
Artêşa Amerîkayê êdî naxwaze projeya 'hêstirê robot' a ji bo hilgirtina bar a li ser erdê amade kir, bidomîne. -
Di 2015'an de zêdeyî 1 mîlyon koçber bi rêya deryayî xwe gihandin Ewropayê
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, bîlançoya li ser herikîna pêla penaberan aşkere kir. -
Li Tehranê tedbîrên tund ên li hemberî gemarîbûna hewayê
Li paytexta Îran Tehranê, ji ber gemarîbûna hewayê tedbîrên tund hatin wergirtin. Li Tehrana ku 14 mîlyon mirov lê dijîn, ev 18 roj in hewa di asteke bilind de gemarî ye. -
Hişyariya 'di sala 2016'an de wê El Nîno bandorê li mîlyonan kesîn bike'
Bûyera okyanûs-atmosferê El Nîno ku 5 salan carekê li Okyanûsa Mezin derdikeve holê, wê di sala 2016'an de li gorî yên beriya xwe bi rewşeke dijwartir derbas bibe. -
Awûstûrya koçberên ne Afgan û Sûriyeyî vedigerîne
Polîsê Awûstûryayê ji bo neteweya koçberan diyar bike li ser sînorê Slovenyayê kontrola ziman da destpêkirin. Polîs, koçberên ku tespît dike ne Sûriyeyî û Afgan in, li Slovenyayê vedigerîne. -
Ji Rûsyayê pêkanînên nû yên li hemberî Tirkiyeyê
Rûsyayê pêkanînên xwe yên nû yên li hemberî Tirkiyeyê aşkere kir. Serokwezîr Dmîtriy Medvedev mora xwe danî binê biryara li ser pêkanînên nû yên aboriyê. -
Nîvê koça ber bi Îsraîlê, ji Fransa û Ûkraynayê ye
Li gorî Rapora Koçberiyê ya sala 2015'an a ji aliyê Jewîsh Ageny (Ajansa Yahûdiyan) ve hat weşandin, ji destpêka salê ve bi qasî 30 hear Yahûdî ji welatên cuda yên cîhanê koçî Îsraîlê kirine. -
Li Îngilîstanê lehî rabû: Xisara herî mezin a dema nêz rû da
Li bakurê Îngilîstanê, zerara ji ber lehiyê rû daye, mezin dibe. Tê gotin ku zerara ji ber vê karesata lehiyê, ku di nava 8 salên dawî de ya herî mezin e, 1,5 mîlyar Sterlîn derbas kiriye. -
Pêla penaberan a ji Balkanan tevî 'peymana AKP-YE' dewam dike
Tevî şert û mercên dijwar ên zivistanê, tê gotin ku koça penaberan a di ser welatên Balkanan re dewam dike û bi deh hezaran mirov li ser rê ne. -
Pêla bahozê wê bi 30 pileyî Cemsera Bakur germ bike
Pêla bahozê ya bi bandora pesta nizm a li Bakurê Atlantîkê der bibe, wê li Cemsera Bakur rê li ber germahiyeke zêde veke. Li gorî pisporan, ji ber bandora pêla bahozê, wê germahiya li cemserê, bi 30 pileyan zêdetir bibe. -
Li Nîjeryayê zilma Boko Haram naqede: Bi dehan kes mirin
Li Nîjeryayê, ku di hedefa çeteyên Boko Haram ên ser bi DAIŞ'ê de ye, komkujî naqedin. -
Buhayê petrolê bandorek neyînî li budçeya Siûdî kir
Kêmbûna buhayê petrolê ku ev saleke dewam dike û daketiye asta 35 dolarî, bandoreke neyînî li welatên ku aboriya wan li ser bingeha petrolê ye, dike. Di budçeya Erebîstana Siûdî valahî heyî 100 mîlyar dolar derbas kir. -
Iraq dixwaze di sla 2016'an de hemû herêmên di destê DAIŞ'ê de ne azad bike
Piştî paqijkirina bajarê Ramadî ji çeteyên DAIŞ'ê, Iraqê da xuyakirin ku armanca wan di sala 2016'an de paqijkirina hemû herêman ji çeteyên DAIŞ'ê ye. -
YE qedexeya kîsikê plastîk taloqî meha Nîsanê dike
Li welatên Ewropayê, bicihanîna qanûneke girîng a ji bo pêşîgirtina li bikaranîna kîsikên plastîk, wê ji bo sê mehên din bê taloqkirin. -
Artêşa Iraqê bajarê Ramadî xist bin kontrola xwe
Ramadî ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin û ket bin kontrola artêşa Iraqê. -
Li Korsîka çalakiyên li dijî Misilmanan duh jî dewam kirin
Li Girava Korsîka ya ser bi Fransayê, xwepêşandanên li hemberî Misilmanan ên şeva Pêncşemê destpê kirin, di dawiya vê hefteyê de jî dewam kirin. -
Li DYA babîsok: 29 mirî
Li başûr û herêmên navîn ên DYA, ji ber babîsoka ji ber barana zêde rû da, heta niha 29 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
DAIŞ'ê li Ramadî derbek giran xwar
Li Ramadî, artêşa Iraqê ya li dijî DAIŞ'ê dest bi operasyonê kiriye, gelek cihên girîng ên bajêr xist bin kontrola xwe. -
Dengê AfD a rastgir-populîst a li Elmanyayê zêde dibe
Li Elmanyayê ku di mehên dawî de bi sed hezaran penaberan xwe lê girtine û dijberiya li biyaniyan zêde bûye, partiya AfD a bi gotinên xwe yên rastgirî-populîst tê zanîn, xurttir dibe. -
Li Ûkraynayê tevî 'agirbesta sersalê' jî mirov dimirin
Li Ûkraynayê tevî 'agirbesta Noelê û sersalê' ya di navbera hikûmetê û komên alîgirê Rûsyayê de hat îlankirin, hînê mirov dimirin. Artêş û komên Rûs ji ber êrîşan hev du sûcdar dikin. -
Li Elmanyayê kêmaniya mamosteyan wê bandorê li sed hezaran zarokên penaber bike
Li Elmanyayê, ku tê texmînkirin bi qasî 1 mîlyon penaberan îsal xwe lê girtine, bi qasî 200 hezar zarokên penaber ji bo dest bi dibistanê bikin diçin dersên ziman. -
Muzakereyên Sûriyeyê wê di 25'ê Çileyê de destpê bikin
NY diyar kir, ku ew plan dikin muzakereyên ji bo dawîanîna li şerê navxweyî yê Sûriyeyê, di 25'ê Çileyê de li Cenevreyê bê destpêkirin. -
Bîlançoya bahoza li DYA giran dibe
Bîlançoya ba û bahoza li eyaletên başûr û navînên DYA rabûn, giran dibe. Hat ragihandin ku herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dane.