Iraq dixwaze di sla 2016'an de hemû herêmên di destê DAIŞ'ê de ne azad bike
Piştî paqijkirina bajarê Ramadî ji çeteyên DAIŞ'ê, Iraqê da xuyakirin ku armanca wan di sala 2016'an de paqijkirina hemû herêman ji çeteyên DAIŞ'ê ye.
Piştî paqijkirina bajarê Ramadî ji çeteyên DAIŞ'ê, Iraqê da xuyakirin ku armanca wan di sala 2016'an de paqijkirina hemû herêman ji çeteyên DAIŞ'ê ye.
Piştî paqijkirina bajarê Ramadî ji çeteyên DAIŞ'ê, Iraqê da xuyakirin ku armanca wan di sala 2016'an de paqijkirina hemû herêman ji çeteyên DAIŞ'ê ye. Hikûmet dixwaze di sala 2016'an de derba mirinê li DAIŞ'ê bixe.
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî piştî rizgarkirina bajarê Ramadî ji çeteyên DAIŞ'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku sala 2015'an 'sala rizgariyê' bû. Ebadî da xuyakirin ku ew dixwazin di sala 2016'an de hemû herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ne rizgar bikin û got, "Sala 2016'an wê bibe sala serketina mezin."
Haydar Ebadî ragihand, ku di nava armancên wan ên navberê yên sala 2016'an rizgarkirina Mûsilê armanca sereke ye û destnîşan kir, ku ev yek wê ji bo DAIŞ'ê bibe 'derba mirinê'.
Li gelek bajarên Sûriye û Iraqê yên di sala 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn dagirkirin, bi operasyonên îsal re hatibûn azadkirin. Tevî Ramadî ya ku îsal ji aliyê çeteyan ve hatibû dagirkirin, bajarên Palmîra û Karyatayn ên Sûriyeyê hatibûn dagirkirin.
Hatibû ragihandin ku DAIŞ'ê di sala 2015'an de li gorî par bi qasî 15 hezar kîlometreçargoşeyê erdê dagir kiribû, winda kiriye.
Saziya bi navê IHS Jane's a navenda wê li Londonê ye û bi raporên xwe yên li ser mijarên leşkerî û îstixbarî tê naskirin, da xuyakirin ku bi saya berxwedana bi pêşengiya YPG'ê ya li Rojava, herêmên azad ên di destê Kurdan de ne, ji sedî 186 zêde bûne. Di rapora saziyê de hat ragihandin, ku çeteyên DAIŞ'ê li gorî salek beriya niha, di sala 2015'an de 13 hezar kîlometreçargoşe axa di destê xwe de winda kirine. Bi rizgariya Ramadî, başûrê Kobanê û Teşrînê re qada ku DAIŞ'ê winda kiriye gihîştiye nêzî 15 hezar kîlometreçargoşeyê.