CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Buhayê petrola WTI di asta herî nizm a 12 salên dawî de ye
Buhayê petrolê ku di salên dawî de kêm bû û bandoreke kûr li aboriya welatên hilberîner kir, her kêm dibe. -
Holîganên nîjadperest li Leîpzîgê zerar dan derdorê
Li bajarê Leîpzîg ê li rojhilatê Elmanyayê, çalakiyên dijberên penaberan û xwepêşandanên demokratan hatin lidarxistin. -
Li Elmanyayê xizaniya zarokan: Di nava malbatên koçber de ji sedî 40 e
Tevî mezinbûna aboriya xwe û kêmbûna rêjeya bêkariyê li Elmanyayê, yek ji 5 zarokan di nava xizaniyê de dijîn. -
Navenda fînansê ya DAIŞ'ê ya li Mûsilê hat bombekirin
Balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya DYA, avahiyeke li Mûsilê ku pereyekî zêde yê DAIŞ'ê lê bû, bombe kirin. -
Li Kamerûnê zarok li şûna dibistanê, li zêran digerin
Li Kamerûnê ku xizanî di asteke xetere de ye, zarok li şûna biçin dibistanê, bi bêr û biviran neçar dimînin li rezervên zêr bixebitin. -
Di êrîşên li Bexdayê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan/HAT NÛKIRIN
Di rêzeêrîşên li paytexta Iraqê Bexdeyê bi giştî 32 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Di êrîşa bombeyî û dîlgirtina li Bexdayê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li navenda sûka kirîn û firotinê ya li paytexta Iraqê Bexdayê, di bûyera dîlgirtinê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Hikûmeta Elman dixwaze bajarên penaber lê bijîn ji aliyê dewletê ve bên diyarkirin
Li Elmanyayê, ku bi hatina bi sed hezaran penaberan re pirsgirêkeke cidî ya stargehê derket holê, hikûmet alîgir e ku bajarên penaber lê bijîn ji aliyê dewletê ve werin diyarkirin. -
Rojnameya Suddeutsche ji ber serenavê nûçeya xwe lêborîn xwest
Li Elmanyayê, piştî êrîşa zayendîparêz a li Kolnê di sersalê de rû da, gotinên nîjadperestî yên li dijî koçberan dewam dikin. Rojnameya Suddeutsche jî ji ber ku serenavê zayendîparêz-nîjadperest bi kar anî, neçar ma lêborînê bixwaze. -
Karsazên Fransayî hîn bêhtir tawîzan dixwazin
Li Fransayê ku bêkarî bi salane lê zêde dibe, hikûmet amadekariyan dike ku di nava vê salê de tedbîrên nû ragihîne. Karsaz jî hewl didin hîn bêhtir tawîzan werbigirin. -
Li Katalonyayê hikûmeteke nû ya alîgirê serxwebûnê ava bû
Li Katalonyayê, partiyên alîgirên serxwebûnê yên di hilbijartinên Îlonê de bi ser ketin, bêyî ku pêwîstiyê bi hilbijartineke pêşwext bibînin, li ser avakirina hikûmeta nû li hev kirin. -
Serdema bîo-boyax: Li şûna boyaxê bakterî
Li gorî encamên destpêkê yên lêkolînek li Fransayê, bakteriyên pîgmentan hildiberînin, dibe ku dikevin şûna boyaxên sentetîk. -
Sînorên YE li heywanen bejî jî girtî ne!
Tedbîrên awarte yên Yekîtiya Ewropayê ji bo pêşîgirtina li pêla penaberan li ser sînorên welatên endam hatine girtin, bandoreke neyînî li jiyana xwezayî jî dikin. -
Ebadî: Em ê nehêlin Tirkiye li Iraqê bimîne
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî bang li Tirkiyeyê kir ku leşkerên xwe yên li Iraqê bi cih kiriye, demek ji ya din zûtir vekişîne. -
Nûnerê NY De Mîstûra li Şamê ye
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yebkûyî (NY) yê ji bo Sûriyeyê hatiye wezîfedarkirina Staffan De Mîstûra, piştî ziyareta Erebîstana Siûdî, derbasî Şamê bû. -
Îstixbaratên Elman û DYA ji nû ve dest bi hevkariyê kirin
Di navbera îstîxbaratên Elmanya û Amerîka de hevkariya der barê şopandina li ser înternetê de ku par hatibû sekinandin, ji nû ve destpê kir. -
Li ser sînorê Sûriye-Lubnanê bi dehan kes ji nêza mirin
Li bajarê Madaya yê li ser sînorê Lubnanê ye û ji aliyê rejîma Sûriye û komên mûxalîf ve hatiye parvekirin, ji destpêka meha Kanûnê û vir ve krîzeke mezin a mirovahiyê heye. -
Nerazîbûna Şîan a li hemberî xanedana Siûdiyan didome
Li herêmên rojhilatê Erebîstanê ku piraniya şêniyên wê Şîa ne, girseyên gel nerazîbûn nîşanî malbatên Siûdî dan. -
Ebadî: Li Iraqê bi giranî rêveber karên ne li rê dikin
Serokwezîrê Iraqê Haydar el Ebadî diyar kir ku piraniya rayedarên di nava rêveberiya Iraqê de cih digirin, karên ne li rê dikin. -
Êrîşên sersalê yên li Kolnê her di rojevê de ne
Şîdet û êrîşên zayendî yên li hemberî jinan, ku di şeva sersalê ya li bajarê Elmanya Kolnê de rû dan, her di rojê de ne. -
5 welatên ji enerjiya ji nû ve were bikaranîn re pêşengiyê dikin
Bi zêdebûna nifûs mirovan re daxwaza enerjiyê ya li cîhanê jî zêde dibe. Welatên ku dixwazin bikaranîna enerjiya petrol û gaza xwezayî ya zerarê didin atmosferê biterikînin, razemendiyê i ser enerjiya paqij dikin. -
Neandertalan sîstema berxwedêriyê ya bedena me xurt kirine!
Li gorî daxuyaniyeke hevpar a ji aliyê enstîtuyên Elman û Fransayê ve hat dayîn, bandora cureyê mirovan Neandertal a li genên mirovan, ji ya tê texmînkirin gelekî zêdetir e. -
Ji Macarîstanê îşkenceya dersînorkirina bi sedan penaberan
Li Macarîstanê, ku di demsalên payîz û zivistanê de bi deh hezaran penaber ji ser sînor vegerand, li hemberî penaberên xwe gihandin nava vî welatî jî, îşkenceya dadgeriyê tê kirin. -
‘Ji herêmên DAIŞ’ê dagir kiribû, ji sedî 65’ê wê me rizgar kir’
Wezîrê Parastinê yê Iraqê Halîd El- Ubeydî diyar kir ku ji herêmên çeteyên DAÎŞ’ê dargir kiribûn, ji sedî 65’ê wê hatiye rizgarkirin, di destê çeteyan de herêmek ji sedî 17 maye. -
Hat îdîakirin balafirên Siûdî li Serfaretxaneya Îranê xistine
Rêveberiya Tehranê ragihand ku avahiya Sefaretxaneya wan a li Yemenê ji aliyê balafirên Erebîstana Siûdî ve hatiye bombekirin.