Êrîşên sersalê yên li Kolnê her di rojevê de ne

Şîdet û êrîşên zayendî yên li hemberî jinan, ku di şeva sersalê ya li bajarê Elmanya Kolnê de rû dan, her di rojê de ne.

Şîdet û êrîşên zayendî yên li hemberî jinan, ku di şeva sersalê ya li bajarê Elmanya Kolnê de rû dan, her di rojê de ne. Piştî êrîşa koma ji penaberên Sûriyeyî û Bakurê Afrîkayê, derket holê ku daxuyaniyên Polîsê Kolnê ne rast in.

Di dema pîrozbahiyên şeva sersalê ya li ber Gara Trenê ya Kolnê de, komek ji sedan kesî bi fîşekên hewayî êrîşî beşdarên pîrozbahiyê kiribûn, dest dirêjî jinên li derdorê kiribûn û eşyayên şexsî yê gelek kesan xesp kiribûn. Di ser vê bûyera ku komek ji penaberên Sûriyeyî û Bakurê Afrîkayê jî di nav hebû, her çend hefteyek derbas bûye jî, nîqaşên li ser dewam dikin.

Piştî bûyerê Midûrê Polîsê Kolnê Wolfgang Albers îdîa kiribû ki li ser kesên tevlî bûyerê bûye ti agahiya wan nîne.

Lê belê li gorî îdîayên di medya Elman de cih girtin, piştî bûyerê polîsan nasnameya zêdeyî sed kesên ji vê komê kirine û hin ji wan jî binçav kirine. Rojnameya Welt am Sonntag ev îdîaya xwe sipart polîsan.

Ji ber ku piraniya vê koma tevî bûyerên cihê şermê bû Sûriyeyî bûn, derdorên populîst û rastgirên tund ên li vî welatî ketin nava tevgerê û nîqaşên li ser penaberan ji nû ve hatin sorkirin.

Piştî bûyerê Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maîzîere polîs rexne kiribû. Serokwezîr Angela Merkel jî hişyarî dabû, ku divê ji ber vê bûyerê gotinên nefretê li hemberî penaberan neyên bikaranîn.