Ebadî‌: Li Iraqê bi giranî rêveber karên ne li rê dikin

Serokwezîrê Iraqê Haydar el Ebadî diyar kir ku piraniya rayedarên di nava rêveberiya Iraqê de cih digirin, karên ne li rê dikin.

Ebadî bi karsaz û rêveberên hin şîrketên taybet ên li Iraqê kar dikin re rûnişt. Ebadî di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku her çend li Iraqê rayedarên xwedî niyeteke baş hebin jî, hejmara rêveberên karên ne li rê dikin zêde ye. Ebadî diyar kir ku ev yek têkoşîna li dijî karên ne li rê zehmet dike.

Haydar Ebadî da zanîn ku li ıraqê di gelek qadan de krîz heye û got, "Li Iraqê ji bo pêkhatina aramiyê û ji holê rakirina krîzên heyî, çareya bi tenê, têkoşîna hevgirtî ye."