CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Spanyayê hikûmet hînê nehatiye avakirin
Li Spanyayê, tevî ku di ser hilbijartinên giştî re mehek jî derbas bûye, hikûmet hînê ava nebûye. -
Artêşa Iraqê û Heşt eş Şabî ber bi Ramadiyê pêş ve diçin
Artêşa Iraqê di çarçoveya pêngava paqijkirina wîlayeta Ambar ji çeteyên DAIŞ’ê operasyonan didomîne. -
Li Kanadayê êrîşa li hemberî dibistanê
Li herêma Saskatchewan a Kanadayê, li hemberî dibistaneke bi naê La Loche êrîşeke çekdarî hat kirin. -
Fransa dixwaze dema rewşa awarte dirêj bike
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande alîgir e ku dema rewşa awarte ya piştî êrîşên bombeyî yên 13'ê Mijdarê li Parîsê hat îlankirin, ji bo sê mehên din dirêj bike. -
Duyemîn mezintirîn gola Bolîvyayê Poopo ziwa bû
Poopo ku duyemîn mezintirîn gola Bolîvyayê ye, hema hema bi temamî ziwa bû. Tevî hemû hişyariyan jî, herêma herî avî ya Bolîvyayê ziwa bû. -
41 kesên di êrîşên li Parîsê de birîndar bûn hînê tên dermankirin
41 kesên di êrîşên 13'ê Mijdarê yên li paytexta Fransa Parîsê birîndar bûn, hînê tên dermankirin. -
Li Afrîka Başûr rêjeya kuştina gergedanan kêm bû
Li Afrîka Başûr, tedbîrên rayedaran ên li hemberî kuştina gergedanan ji bo qloçê wan, encamên erênî derxistin holê. -
Ûkrayna wê ji bo Qirimê dest bi dîplomasiyê bike
Ûkrayna, ji bo Nîvgirava Qirimê ya ku Rûsyayê di Adara 2014'an de tevlî xaka xwe kir werbigire, dest bi dîplomasiyê dike. -
Tê gotin di nava Sîstema Rojê de 'Gerstêrka 9.' hatiye dîtin
Du zanyarên fezayî yên Amerîkî dan xuyakirin, ku delîlên gelekî xurt hatine peyda kirin ku nîşan didin di Sîstema Rojê de gerstêrkeke nû heye. -
Di êrîşa li hemberî zanîngehê de 25 kes mirin
Li bakurrojavayê Pakîstanê, di êrîşeke li kampusa zanîngeha bajarê Çarseda de, 25 kes mirin. -
'Qanûnên girîng ên li YE û DYA ji aliyê lobiyên şîrketan ve tên girtin'
Tê gotin, ku biryarên li ser muzakereyên Peymana Bazirganiya Serbest (TTIP) a navbera YE û DYA, ku rê li ber nîqaş û rexneyên tund vekir û qanûnên girîng ên li van welatan, bi bandora şîrketên mezin tên girtin. -
Dewleta Kolombiya û FARC'ê ji NY xwestin bibe çavdêr
Di hevdîtinên aştiyê yên Kolombiyayê de aliyan gaveke nû avêtin. Hikûmetê û gerîlayên FARC'ê bang kirin, ku peymana aştiyê ya tê payîn di mehên bê de were îmzekirin, di bin çavdêriya NY de bikeve meriyetê. -
Rezervên masiyan ji texmînan zûtir diqedin
Rezervên masiyan ku ji bo bi mîlyaran mirovan çavkaniya sereke ya xwedîkirinê ye, kêm dibe. Ev kêmbûn di statîstîkên masîgiriyê de jî tê dîtin. -
Gelê Swêdê dixwaze jin jî tevlî leşkeriyê bên kirin
Swêdê di 1'ê Tîrmeha 2010'an de xizmeta leşkeriyê ya ji neçarî rakiribû û derbasî pêkanîna artêşa profesyonel bûbû. -
Forûma li Davosê wê di nava tedbîrên tund ên ewlekariyê de pêk were
46. Forma Aboriyê ya Cîhanê (WEF) wê di 20-23'ê Çileyê de li Davosê pêk were. -
Brîtanya ji bo biyaniyan şertê zanîna ziman girantir dike
Hikûmeta Brîtanyayê, amadekariyan dike ku dirêjkirina dema mayîna li vî welatî bi şertê zanîna bi zimanê Îngilîzî ve girê bide. -
Germahiya ji aliyê okyanûsan ve tê mêtin, gefê li sîstema avhewayê dixwe!
Li gorî lêkolînek li ser rola okyanûsan a di germahiya global de, germa ji aliyê okyanûsan ve hatiye mêtin, di asteke welê de ye ku dikare bandoreke cidî li hevsengiya avhewayê bike. -
Pêşketina teknolojîk wê bibe sedema bêkarmayîna bi mîlyonan mirovan
Li gorî lêkolîneke ku wê îro di Forûma Aboriyê ya Cîhanê ya li bajarê Swîsre Davosê were aşkerekirin, pêşketina teknolojîk wê di nava bazara kar de bibe sedem ku bi mîlyonan mirov bêkar bimînin. -
Vîrûsa Ebola ya ku dihat gotin qediya ye, hînê rê li ber mirina mirovan vedike
Vîrûsa Ebola ku di salên 2014 û 2015'an de rê li ber mirina zêdeyî 11 hezar kesî vekir û beriya niha bi demeke kurt hat gotin ku vîrûs ji holê hatiye rakirin, careke din derket holê. -
Elmanyayê ji bo benzînê pêşniyara 'lêçûnên penaberan' li YE kir
Yekîtiya Ewropa (YE), ku par zêdeyî 1 mîlyon penaber pêşwazî kir, ji bo çareserkirina lêçûnên malî yên ji ber penaberan, di nava lêgerîna fînansmanî de ye. -
Li Elmanyayê, penaber eleqeyeke zêde nîşanî qursên ziman didin
Li Elmanyayê, ku par bi sed hezaran penaberan serlêdana penaberiyê kirin, eleqeya ji bo qursa ziman qat bi qat zêde bû. -
Rûhanî: Ji bo Îranê serdemeke nû destpê kir
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî, piştî ku peymana nukleerê ya di navbera wan û hêzên cîhanê de pêk hat û ket meriyetê daxuyaniyek da. Rûhanî diyar kir ku di têkiliyê wan ên bi cîhanê re serdemeke nû destpê kiriye. -
Pêkanînên li ser Îranê hatin rakirin
Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) biryar dan ku pêkanînên li ser Îranê rakin. -
Xatir ji Phîlae hat xwestin
Maşîna fezayî Phîlae, ku di Mijdara 2014'an de li cihekî dûrî planê yê dûvstêrka Chûryûmov-Gerasîmenko hat danîn, tevî hemû hewldanan nehat hişyarkirin. -
Nîqaş li Danîmarka tê kirin, pêkanîn li Swîsreyê ye
Li Danîmarkayê, desteserkirina pereyên penaberên hatine vî welatî tê nîqaşkirin. Li Swîsreyê pêkanînek bi heman rengî ji berê ve heye.