Nîqaş li Danîmarka tê kirin, pêkanîn li Swîsreyê ye

Li Danîmarkayê, desteserkirina pereyên penaberên hatine vî welatî tê nîqaşkirin. Li Swîsreyê pêkanînek bi heman rengî ji berê ve heye.

Penaberên tên vî welatî, eger zêdeyî hezar frank (915 euro) li gel wan hebe, neçar in teslîmî polîsan bikin.

Di bernameyeke qenala SRF de, drama penaberên hatine Swîsreyê yên pereyên wan tên desteserkirin, nirxand. Di bernameyê de hat ragihandin, ku bi sedan penaberên bi zorê xwe gihandine Swîsreyê, neçar dimînin ku pereyên xwe yên dawî radestî polîsan bikin û bi tenê bi hezar frankî jiyana xwe bidomînin.

Li gorî vê xala di Qanûna Penaberan a Swîsreyê de cih digire, pereyên ji penaberan tê wergirtin, radestî dewletê tê kirin.

Li gorî xaleke din a Qanûna Penaberiyê, penaberên ji xwe re kar dîtine neçar in ji sedî 10 ê heqdestê xwe bidin dewletê.

Li welatekî din ê Yekîtiya Ewropayê Danîmarkayê, hewl tê dayî pêkanînek bi heman rengî bikeve meriyetê. Ev yek rastî nerazîbûnan tê. Hikûmet dixwaze, pere yan jî eşyayên bi qîmet ên ji hezar heta hezar 200 euro buhatir ên penaberan, desteser bike.