Gelê Swêdê dixwaze jin jî tevlî leşkeriyê bên kirin

Swêdê di 1'ê Tîrmeha 2010'an de xizmeta leşkeriyê ya ji neçarî rakiribû û derbasî pêkanîna artêşa profesyonel bûbû.

Li gorî anketekê, heft ji deh Swêdiyan dixwazin xizmeta leşkeriyê mecbûrî be û neh ji deh kesan jî dixwazin ne tenê mêr, jin jî leşkeriyê bikin.

Swêdê di 1'ê Tîrmeha 2010'an de xizmeta leşkeriyê ya ji neçarî rakiribû û derbasî pêkanîna artêşa profesyonel bûbû. Xizmeta leşkeriya ji neçarî, ji aliyê hikûmeta koalîsyonê ya ji çar partiyên rastgir pêk dihat ve hat rakirin. Vê yekê rê li ber gelek nîqaşan vekir.

Partiya Çep diyar kir, ku rakirina leşkeriya mecbûrî wê bêalîbûna Swêdê ji holê rake û li dij vê guhertinê derket. Li gorî anketên li nava raya giştî ji sedî 63 ê gel, li dijî rakirina leşkeriya mecbûrî ye. Ji sedî 28 ê beşdarên anketê jî ragihandin ku ew alîgirê rakirina leşkeriya mecbûrî ne.

Tevî ku Partiya Karkera a Sosyal Demokrat, Partiya Çep û Patriya Keskan a Hawidorparêziyê li dij derketin jî, xizmeta leşkeriya mecbûrî di dengdayîna sala 2009'an de bi 3 dengên zêde hat rakirin.

Piraniya gelê Swêdê alîgirê leşkeriya mecbûrî ye, lê hikûmetê biryar da ku derbasî artêşa profesyonel bibe. Hikûmeta Swêdê, ji bo leşkeran kom bike salane bi 100 mîlyon kronî kampanya lidar xist, lê ciwan îqna nekir ku tevlî leşkeriyê bike.

Wekî din, di navbera salên 2011 û 2013'an de, heft ji deh leşkerên profesyonel, bêyî dema wezîfeyê biqede ji artêşê îstifa kirin.

Tevî ku bêkariya ciwanan a li vî welatî ji sedî 20 jî, hikûmetê bi kampanyayê xwe nikarîbû ji bo artêşê endaman peyda bike. Niha di nava artêşê de valahiyek ji 7 hezar 500 leşkeran heye.

Li gorî anketên hatin kirin, ji sedî 73 ê gelê Swêdê dixwaze xizmeta mecbûrî ya leşkeriyê ji nû ve bikeve meriyetê. Bi tenê ji sedî 15 ê gel li dijî vê derdikeve. 

Her wiha ji sedî 87 ê beşdarên anketan, yanî neh ji deh Swêdiyan dixwazin, dema leşker tên wergirtin, cihêkarî di navbera jin û mêr de neyê kirin. Dixwazin ku jin jî mîna mêr tevlî xizmeta leşkeriya mecbûrî bibin. Bi tenê ji sedî 9 gel li dij in ku jin leşkeriyê bikin. Ji sedî 4 jî di vî warî de nêrîna xwe rave nekir.