Tê gotin di nava Sîstema Rojê de 'Gerstêrka 9.' hatiye dîtin

Du zanyarên fezayî yên Amerîkî dan xuyakirin, ku delîlên gelekî xurt hatine peyda kirin ku nîşan didin di Sîstema Rojê de gerstêrkeke nû heye.

Du zanyarên fezayî yên Amerîkî dan xuyakirin, ku delîlên gelekî xurt hatine peyda kirin ku nîşan didin di Sîstema Rojê de gerstêrkeke nû heye.

Zanyarên Amerîkî Konstantîn Baytgîn û Mîke Brown, ku lêkolîna wan di kovara Astronomîcal Joûrnal de hat weşandin, gerstêrka nû weke 'Gerstêrka 9.' bi nav kirin.

Her du pisporên li Enstîtuya Teknolojiyê ya Kalîforniyayê wezîfedar in, di wê baweriyê e ne ku ev gerstêrka li aliyê derve yê Sîstema Rojê ye, bi 10 qatan ji cîhana me mezintir e. Di lêkolîna bi saya hesabên matematîkî û sîmulasyonên kompûterê hatin kirin de, hat îdîakirin ku Gerstêrka 9. gera xwe ya li dora rojê di nava 10 hezar heta 20 hezar salan de temam dike.

Di lêkolînê de hat ragihandin ku Gerstêrka 9. ji gerstêrka Neptun, ku gerstêrka herî dûrî rojê ye, dûrtir e. Ev gerstêrk bi 20 qatan zêdetir li dora xelekek ji Neptunê berfirehtir, digere.

Li gorî lêkolînê, ev gerstêrka nû, ji Plutan a di sala 2006'an de weke 'gerstêrka biçûk' hat pênasekirin, herî kêm bi 5 hezar qatî girantir e.

Zanyarên fezayê Konstantîn Batygîn dan xuyakirin, ku îdîaya wan hînê bi têrkerî nehatiye îspatkirin û anîn ziman, ku di nava sîstema rojê de gelek gerstêrkên din ên nehatine tespîtkirin hene.