Li gorî lêkolîneke ku wê îro di Forûma Aboriyê ya Cîhanê ya li bajarê Swîsre Davosê were aşkerekirin, pêşketina teknolojîk wê di nava bazara kar de bibe sedem ku bi mîlyonan mirov bêkar bimînin.
Li gorî lêkolînê, ji ber 'şoreşa' jê re 'Industrie 4.0' tê gotin, ku li qada pîşesaziyê wê tekonolojiya dîjîtal a ji hêza robotan bi pêş bixîne, di nava 5 salan de wê herî kêm 7 mîlyon mirov bêkar bimînin. Lêkolîn di encama hevdîtina bi rêveberên 350 mezintirîn şîrketên cîhanê re hat kirin. Dîjîtalbûyîn wê bi taybetî li beşên buro û îdarî pêwîstiya bi xebatkaran kêm bike.
Di lêkolînê de hat ragihandin, ku pêşketina teknolojîk wê karê 7 mîlyon mirovan biqedîne û heta sala 2020'an bi tenê ji bo 2 mîlyon mirovan cihê kar biafirîne.
Li gorî lêkolînê, herî zêde wê di karên îdarî yên bi taybetî jin lê dixebitin, pêwîstiya bi karkeran nemîne. Li febrîkeyên ku niha bi giranî bi teknolojiya robotan kar dikin, wê bêkarî kêm be.