Pêkanînên li ser Îranê hatin rakirin
Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) biryar dan ku pêkanînên li ser Îranê rakin.
Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) biryar dan ku pêkanînên li ser Îranê rakin.
Piştî ku Îranê û 5 endamên timî yên Neteweyên Yekbûyî tevî Elmanya (5+1) li ser mijara bernameya nukleerî li hev kirin, hat ragihandin ku pêkanînên li ser Îranê wê werin rakirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîf ê li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry re hevdîtin kir anî ziman, ku pêkanîn wê ji îro û pê ve werin rakirin. Di vê çarçoveyê de, tê payîn ku li gorî peymana bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re hatiye morkirin, rêveberiya Tehranê ragihîne ku wê bernameya enerjiya nukleerî biçûk bike.
Piştî ku NY, YE û DYA pêkanînên li ser Tehranê rakirin, Îran wê karibe malên xwe yên ji mîlyaran dolarî yên li derveyî welat hatine cemidandin, ji nû ve bi dest bixe. Di bazara navneteweyî de wê careke din pêşî li Îranê vebe.
DYA: GAVÊN RAST
Ji Wezareta Karên Derve ya DYA daxuyaniyek li ser mijarê hat dayîn. Li gorî vê yekê; ji bo bicihanîna peymana li ser bernameya nukleerî, aliylan gavên rast avêtine. Di çarçoveya peymanê de wê Tehran hejmara santrîfuj a bernameya nukleerî di asteke girîng de kêm bike. Her wiha wê xebatên reaktorên li nêzî bajarê Arakê jî bi temamî bisekinîne.