Fransa dixwaze dema rewşa awarte dirêj bike
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande alîgir e ku dema rewşa awarte ya piştî êrîşên bombeyî yên 13'ê Mijdarê li Parîsê hat îlankirin, ji bo sê mehên din dirêj bike.

Serokkomarê Françoîs Hollande ji Meclîsê xwest, ku dema rewşa awarte 3 mehên din dirêj bike.
Di daxuyaniya Partiya Komunîst de hat gotin, "Serokkomar, belgeyên li ser daxwaza dirêjkirina dema rewşa awarte ji bo sê mehên din, pêşkêş kir."
Rewşa awarte ya ku ji 13'ê Mijdarê û vir ve di meriyetê de ye, wê di 26'ê Sibatê de bi dawî bibe. Serokê Meclîsê Cladûe Bartolone jî diyar kir, ku dema rewşa awarte pêkane ku hinekî din were dirêjkirin.
Hollande, beriya vê pêşniyarê bixe rojevê bi nûnerên partiyên siyasî yên li welêt re hevdîtin kir.
Ji dema îlana rewşa awarte û vir ve li Fransayê 400 kes li hundirê malê tên ragirtin-mehkûmkirin. Her wiha polîsan avêtin ser 3 hezar xaniyan.
Weqfa Mafên Mirovan a Fransayê da xuyakirin, ku rewşa awarte rewşeke nakok derdixîne holê.