Germahiya ji aliyê okyanûsan ve tê mêtin, gefê li sîstema avhewayê dixwe!

Li gorî lêkolînek li ser rola okyanûsan a di germahiya global de, germa ji aliyê okyanûsan ve hatiye mêtin, di asteke welê de ye ku dikare bandoreke cidî li hevsengiya avhewayê bike.

Li gorî lêkolînek li ser rola okyanûsan a di germahiya global de, germa ji aliyê okyanûsan ve hatiye mêtin, di asteke welê de ye ku dikare bandoreke cidî li hevsengiya avhewayê bike.

Ev lêkolîn di konvareke zanistiyê ya bi navê Natûre Clîmate Change de hat weşandin. Li gorî vê yekê, okyanûsan di nava 18 salan de, germahiyek bi qasî ya 150 salan mêtiye. Ev rewşa li okyanûsan, di roja îro de nebe jî tê texmînkirin ku di serdemên pêş de rê li ber encamên giran veke.

Li gorî lêkolîna ji aliyê Laboratûwara Zanistî ya Laûrence Lîvermore ya li Kalîforniyayê hat kirin, nîvê germa ji sala 1865'an û vir ve ji aliyê okyanûsan ve hatiye mêtin, piştî sala 1997'an hatiye mêtin.

Di lêkolînê de tê ragihandin, ku bi vê mêtina germê ji aliyê okyanûsan ve, pêşî li germahiya li atmosferê hatiye girtin û hat destnîşankirin, ku ev rewş di serdemên bê de, bandoreke neyînî li hevsengiya avhewayê bike. Di lêkolînê de ji bo vê germa li ser û binê okyanûsê berhev bûye, gotina 'bombeya taloqkirî' hat bikaranîn û hat ragihandin, ku pêkan e germa li atmosferê ji nişka ve zêde bibe.

Ji Zanîngeha Soûthamptonê John Shepherd der barê lêkolînê de axivî û anî ziman ku berhevbûna germahiya ewçend zêde li binê okyanûsan, rewşeke xetere ye. Shepherd da zanîn, ku ev yek dikare rê li ber xerabûna sîstema avhewayê veke.

Li gorî lêkolînê yek ji sê parên germa ji aliyê okyanûsan ve hatiye mêtin, li kûrahiya 700 metreyî berhev bûye û piştî ku ev germahî derket ser rûyê avê, dikare rê li ber pêlên bayê germ veke.