Elmanyayê ji bo benzînê pêşniyara 'lêçûnên penaberan' li YE kir
Yekîtiya Ewropa (YE), ku par zêdeyî 1 mîlyon penaber pêşwazî kir, ji bo çareserkirina lêçûnên malî yên ji ber penaberan, di nava lêgerîna fînansmanî de ye.
Yekîtiya Ewropa (YE), ku par zêdeyî 1 mîlyon penaber pêşwazî kir, ji bo çareserkirina lêçûnên malî yên ji ber penaberan, di nava lêgerîna fînansmanî de ye.
Yekîtiya Ewropa (YE), ku par zêdeyî 1 mîlyon penaber pêşwazî kir, ji bo çareserkirina lêçûnên malî yên ji ber penaberan, di nava lêgerîna fînansmanî de ye. Elmanyayê jî ji bo benzînê pêşniyara 'lêçûnên penaberan' li Yekîtiya Ewropayê kir.
Wezîrê Maliyeyê yê Elman Wolfgang Schaûble ji rojnameya Suddeûtsche Zeîtûng re axivî û anî ziman ku ji ber krîza penaberan lêçûn zêde bûne. Schaûble diyar kir ku ji bo parastina sînorên Schengen divê welatên YE hîn bêhtir bikevin nava hewldanan.
Wezîrê Maliyeyê yê Elman ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku di firotina benzînê ya li gelemperiya sînorên yekîtiyê de 'lêçûna penaberiyê' bê wergirtin.
Alîkara Serokê partiya CDU ku Schaûbel jî endamê wê ye Jûlîa Klockner bersivek neyînî da vê pêşniyarê. Klockner diyar kir ku li Elmanyayê di asta rekorê de bac tê stendin.
Komeleya Ajokarên Wesayîtan ên Elman (ADAC) jî da xuyakirin ku pêşniyareke bi vî rengî nayê qebûlkirin.