Rezervên masiyan ji texmînan zûtir diqedin
Rezervên masiyan ku ji bo bi mîlyaran mirovan çavkaniya sereke ya xwedîkirinê ye, kêm dibe. Ev kêmbûn di statîstîkên masîgiriyê de jî tê dîtin.

Li gorî lêkolînekê, hem rêjeya masiyên tên girtin hem jî rastiya kêmbûna vê rêjeyê, di asteke kêm de hatine hesabkirin.
Li gorî lêkolîna zanyarên ji Zanîngeha Brîtîsh Colûmbîa ya li Kanadayê, ku di kovara Natûre Commûnîcatîons de hat weşandin, zanyaran statîstîkên masîgiriyê yên navbera salên 1950-2010'an anîn pêşberî hev. Di encama lêkolînkirina statîstîkên neteweyî yên 200 welatan û Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) de hat dîtin, ku rêjeya masiyên li gelemperiya cîhanê tên girtin, kêm bûye.
Hat ragihandin ku hejmara di encama vê xebatê de derket holê nîşan dide, ku di navbera statîstîkên FAO û welatan de cudahiyek ji rêjeya ji sedî 30 heye û hat destnîşankirin, ku rapora FAO ya sala 2010'an ku tê de hat gotin 77 mîlyon ton masî hatine girtin, kêm e. Zanyaran bi tespîta li gorî statîstîkên welatan re diyar kirin, ku ev rêje 109 mîlyon ton e.
Li gorî vê lêkolînê, masiyên ji bo armancên endustriyî hatine girtin 73 mîlyon ton, masîgiriya kulturê 22 mîlyon ton û masiyên bi hemû rêbazên din ên ne ji bo bazirganiyê hatine giritn jî 4 mîlyon ton e.
Hat tespîtkirin ku masiyên bi şaşîtî hatine girtin û telef bûne jî 10 mîlyon ton e.
Li gorî lêkolîna Zanîngeha Brîtîsh Colûmbîa, masî ji bo zêdeyî 3 mîlyar mirovan çavkaniya bingehîn a xwedîkirinê ye. Rayedaran ji ber vê kêmbûnê hişyarî dan.