CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Brîtanya wê di nava YE de hîn bêhtir bi îmtiyaz be
Yekîtiya Ewropa (YE) û Brîtanyayê di dawiya dawî de li hev kirin. Ji Brîtanyayê re wê di nava yekîtiyê de cihekî hîn bi îmtiyaz bê dayîn. -
Nîjadperestiya polîsê Elman a li penaberan
Dîmenên li ser pêkanînên derveyî mirovahiyê yên polîsên Elman li hemberî penaberan nîşan didin, bû rojeva sereke. -
Umberto Eco jiyana xwe ji dest da
Zanyar, ramanger û nivîskarê navdar ê Îtalyanî Umberto Eco di 84 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. -
Kolombiyayê nehişt heyeta FARC'ê biçe serdana qadên gerîla
Tevî ku di muzakereyên li Kubayê yên navbera gerîlayên FARC'ê û hikûmeta Kolombiyayê de pêşketin heye jî, Serokdewlet da xuyakirin, ku ew ê destûrê nedin heyeta muzakereyê biçe qadên gerîla. -
YE biryara kota penaberan a Awûstûryayê red kir
Ji bo kêmkirina hejmara penaberan Awûstûryayê biryar da kotayeke rojane diyar bike. Ev biryara Awûstûryayê ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hat redkirin. -
OECD texmînên xwe yên li ser mezinbûnê kêm kir
Tê texmînkirin, aboriya cîhanê wê îsal li gorî par bi lezeke kêmtir mezin bibe. -
Înternet tîraja çapemeniya nivîskî kêm dike
Bi belavbûna înternetê li nava civakê re, organên çapemeniya nivîskî tengav bûne. -
Şîrketên Îngilîz û Elman li dijî Brexît in
Yekîtiya Ewropa (YE) û Brîtanya, ji duh ve li Brukselê planên xwe yên li ser derketina Brîtanya ji YE muzakere dikin. Li gorî cîhana kar, derketina ji nava yekîtiyê wê zerarê bide aboriyê. -
DYA: Me berpirsên êrîşa Enqereyê tespît nekirin
Rêveberiya DYA da xuyakirin ku kiryarên êrîşa Enqereyê tespît nekirine. -
Gelo Tirkiye, çeteyên DAIŞ'ê yên bişîne Rûsyayê li Antalyayê perwerde dike?
Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vîtaliy Çûrkîn da xuyakirin, ku pêkane Tirkiye çeteyên DAIŞ'ê perwerde dike, ji bo bişîne Rûsyayê. -
Di nava Neandertalan de jî gena Homo Sapîens hebû
Li gorî lêkolînek yek ji girîngtirîn saziyên lêkolînê yên Elmanyayê Estîtuya Max-Planck (MPI), tevlîhevbûna mirovê nûjen Homo Sapîens û Neandertalan gelekî kevn e. -
Dibe ku Awûstûrya sînorên xwe bigire
Dewletên Ewropayê ku dikin nakin nikarin krîza penaberiyê çareser bikin, weke çare, sînorên xwe digirin. Awûstûrya amadekariyan dike, ji bo pêşî li hatina penaberan bigire li nuqteyên derbasbûnê sînorên xwe bigire. -
Fransayê dema rewşa awarte 3 mehên din dirêj kir
Rewşa awarte ya li Fransayê ku piştî komkujiya DAIŞ'ê di 13'ê Mijdarê de li Parîsê kir hat ragihandin, dema wê careke din hat dirêjkirin. -
Ji bo şopandina bûyer û qewimînên hawirdorê satalayt hat şandin
Satalayta bi navê Sentînel-3A a di çarçoveya projeya Copernîcê de ji aliyê Ajansa Fezayî ya Ewropayê (ESA) ve hat çêkirin, ji Baregeha Fezayê ya Plesetsk a Rûsyayê hat şandin. -
Li Elmanyayê 2 mîlyon xanî vala ne; lê ji bo penaberan cih nayê dîtin
Li Elmanyayê ku di nava 2 salên dawî de bi qasî 1 mîlyon mirovan serlêdana penaberiyê lê kirin, tevî ku li bajarên mezin nîqaş li ser krîza avahiyan tê kirin jî, tê gotin ku 2 mîlyon xaniyên vala bi taybetî li bajarên biçûk hene. -
Awûstralya dixwaze avêtiyên nûkleerî yên cîhanê li nava axa xwe rabigire
Li gorî îdîaya Fînancîal Tîmes, rêveberiya eyaleta başûrê Awûstralyayê dixwaze, avêtiyên nukleerî yên li gelemperiya cîhanê li nava axa xwe rabigire. -
Konseya Ewlehiyê ya NY xwest dewleta Tirk dawî li topbaranê bîne
Endamên Konseya Ewlehiyê ya NY a li ser banga Rûsya bi rojava topbaran dewleta Tirk a li ser çeperên YPG’ê civiya, têkîldarî banga ji bo rawestandina topbaranê li hev kirin. -
Nûnerê taybet ê NY De Mîstûra li Şamê ye
Staffan De Mistura û Welîd El-Muallim mijara çawaniya gîhandina alîkariyan ji bo herêmên dorpêçkirî nirxandin. -
YE ambargoya li ser Rûsya Spî rakir
Yekîtiya Ewropayê (YE), beşeke girîng a ambargoya li ser lîderê Rûsya Spî, hin şîrket û şexsiyetên vî welatî ku 5 sal in didomîne, rakir. -
Îran piştî bi salan ji nû ve petrolê difiroşe Ewropayê
Îran ku piştî rakirina ambargoya navneteweyî tê payîn bi xurtî tevlî bazara petrolê bibe, gava destpêkê ya girîng di vî warî de avêt. Tê gotin 3 tankerên Îranê yên ji mîlyonan warîl petrolê ber bi Fransa û Spanyayê bi rê ketine. -
Çiyayê Qeşa B09B 150 hezar pengûen ji holê rakir
Li gorî lêkolîna zanyarên ji Awûstûralya û Zelanda Nû, ji ber çiyayê mezin ê qeşayê yê bi navê B09B ê li parzemîna Antarktîkayê, zêdeyî 150 hezar pengûen tine bûne. -
Li dijî koça penaberan hevkariya bi Makedonyayê re
Polonya, Komara Çekê, Slovakya û Macarîstanê, ji bo pêşî li koça penaberan bigirin, li şûna bi Tirkiye û Yewnanîstanê re hevkariyê bike, dan xuyakirin ku ew amade ne bi Makedonyayê re hevkariyê bikin. -
Li Fîlîstînê herî kêm 5 ciwan hatin kuştin
Hejmara ciwanên Fîlîstînî yên ji aliyê polîsên Îsraîlê ve li Fîlîstînê hatin qetilkirin bû pênc. Duh danê êvaê li Qûdisa berê, 2 ciwan bi îdîaya 'gule berdane polîsan' hatin kuştin. -
Di Konferansa Ewlekariyê ya li Munchenê de pirsgirêka Sûriye û penaberan hat nirxandin
Di Konferansa Ewlekariyê ya li bajarê Elmanya Munchenê de, tevî mijara çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê, pirsgirêka penaberan jî hat nirxandin. -
Krîz wê bandorê li madenên Afrîkayê bike
Di nirxandinên li Fûara Madenên Afrîkayê ya li bajarê Afrîka Başûr Cape Townê hat lidarxistin de, hat ragihandin ku kêmkirina hejmara xebatkaran ji aliyê gelek şîrketên biyanî ve, wê bêkariyê zêde bike.