Nîjadperestiya polîsê Elman a li penaberan
Dîmenên li ser pêkanînên derveyî mirovahiyê yên polîsên Elman li hemberî penaberan nîşan didin, bû rojeva sereke.

Êvara Pêncşemê, otobusekê penaber dibir wargeheke penaberan a li bajarokê Claûsnîtz ê eyaleta Sachsenê. Di vê demê de bi qasî 100 nîjadperestên Elman li ber otobusê li hev civiyan û li dijî penaberan çalakî pêk anîn. Li gorî dîmenên duh hatin weşandin, polîs li şûna ku dest li nîjadperestên gefa êrîşê dixwin bikin, bi awayekî nebaş nêzî penaberên di hundirê otobusê de dibin.
Di dîmen de xuya dibe, polîs bi stuyê penaberekî ciwan ê gelekî tirsiya ye digire û bi zorê dixe hundirê wargeha penaberan.
Nivîsa 'Kêfa Geştê' ya li ser otobusa penaber tê de bûn nivîsandî, bal kişand.
Ev dîmenê şîdeta polîsan, li ser înternetê ji aliyê sed hezaran mirovî ve hat temaşekirin. Polîsê Eyaleta Sachsenê der barê bûyerê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya li ser malpera Facebookê hat weşandin de xemgîniya ji ber bûyerê hat bilêvkirin. Wezîrê Karên Hundir Markûs Ûlbîg jî ragihand, ku piştî wergirtina agahiyên li ser bûyerê, lêpirsîn dikare bê vekirin.