Di Konferansa Ewlekariyê ya li Munchenê de pirsgirêka Sûriye û penaberan hat nirxandin

Di Konferansa Ewlekariyê ya li bajarê Elmanya Munchenê de, tevî mijara çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê, pirsgirêka penaberan jî hat nirxandin.

Di Konferansa Ewlekariyê ya li bajarê Elmanya Munchenê de, tevî mijara çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê, pirsgirêka penaberan jî hat nirxandin. Şeva Pêncşemê DYA, Rûsya û welatên hevalbend ên bi pirsgirêka Sûriyeyê re eleqedar in, li ser îlankirina agirbestekê di hefteya pêş de li hev kiribûn.

Li gorî vê lihevkirinê wê ji bajarên di nava dorpêça rejîmê yan jî çeteyên DAIŞ'ê de ne, ji hewa yan jî erdê ve alîkariya însanî bê gihandin.

DAIŞ Û EL NÛSRA WÊ DI NAVA AGIRBESTÊ DE NEBIN

Welatên rojavayî, ji bo agirbest mayînde bibe bi taybetî ji Rûsyayê dixwazin bibe mînak û desteka hewayî ya dide rejîmê bi dawî bike. Di daxuyaniya ji aliyê yek ji berdevkên hikûmeta Elman Chrîstîne Wîrtz de ev yek hatibû destnîşankirin.

Wîrtz da xuyakirin, ku Rûsya ji ber êrîşên xwe yên hewayî 'berpirsyarê bingehîn' ê krîza li Sûriyeyê ye. Berdevka hikûmetê îdîa kir ku heta pêkhatina agirbestê ne rast e êrîşên hewayî yên bi desteka Rûsyayê werin zêdekirin û ji bo vê jî bomberdûmana Heleb û derdora wê mînak nîşan da.

Ev agirbesta Rûsya û welatên rojavayî li ser li hev kirine, ne ji bo çeteyên DAIŞ'ê ne jî ji bo çeteyên El Nûsra derbas dibe. Ji ber ku bomberdûmana li derdora Heleb û Ezazê li hemberî DAIŞ, El Nûsra û rêxistinên din ên çete tê kirin, tê texmînkirin ku daxwaza sekinandina bomberdûmanê ya Elmanyayê, bêbersiv bimîne.

Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya DYA, bomberdûmanê bi giranî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên li rojhilatê welêt, Rûsya jî li hemberî komên li hemberî artêşa Esad şer dikin ên li wîlayetê rojava, hedef digirin.

Di beşa duh a konferansê de bi giranî li ser mijara penaberan hat rawestîn. Her çend têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê hat rojevê jî, mijara penaberên Sûriyeyî ku par zêdeyî 1 mîlyon hatin Ewropayê, hat nirxandin.

Di konferansa ku 15 welatên endamê Koma Desteka Sûriyeye ya Navneteweyî (SSG) lê amade bûn, daxwaza bisînorkirina koça penaberan a ber bi welatên Yekîtiya Ewropayê hat xwestin.

REWŞA KOMÎK A TIRKIYEYÊ

Di konferansa li Munchenê de helwesta durû ya Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû li ser mijara penaberan, balkêş bû. Çavûşoglû yê xwest tedbîrên li hemberî krîza penaberan bi hevparî were koordînekirin, anî ziman ku divê şebekeyên bazirganiya mirovan dikin werin astengkirin.

Çavûşoglû yê ji bîr kir ku temamiya van şebekeyan li bajarên Tirk dixebitin, îdîa kir ku şebeke êdî navneteweyî bûne.

Tevî peymana navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê di meha Mijdarê de hat morkirin, bi tenê ji 1'ê Çileyê û vir ve 80 hezar penaber derbasî Yewnanîstanê bûn.