DYA: Me berpirsên êrîşa Enqereyê tespît nekirin
Rêveberiya DYA da xuyakirin ku kiryarên êrîşa Enqereyê tespît nekirine.
Rêveberiya DYA da xuyakirin ku kiryarên êrîşa Enqereyê tespît nekirine.
Ben Rhodes ku Cîgirê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Serokê DYA Obama ye, di daxuyaniya birîfînga çapemeniyê de wiha got: “Me wek hikûmet berpirs tespît nekirin.”
Rhodes wiha axivî: “Me ji Tirkan re bi awayekî eşkere got ku di tevahî têkîliyên me yên bi YPG û pêkhateyên Kurdan re me ji wan re gotiye tifaqa me ya bi Tirkiyeyê re bê çiqasî girîng e, divê em berê xwe bidin DAIŞ’ê û zerarê nedin têkoşîna bi DAIŞ’ê re.”
Serokkomarê Tirk Erdogan û Serokwezîrê wê Davûtoglû ji êrîşê YPG berpirs girtin. Rayedarên Tirk ji DYA xwestin ku li hember YPG’ê xwedî helwest bin. DYA jî bi vê daxuyaniyê ve nîşan da ku rayedarên Tirk cîdî nagire.