Li Fîlîstînê herî kêm 5 ciwan hatin kuştin
Hejmara ciwanên Fîlîstînî yên ji aliyê polîsên Îsraîlê ve li Fîlîstînê hatin qetilkirin bû pênc. Duh danê êvaê li Qûdisa berê, 2 ciwan bi îdîaya 'gule berdane polîsan' hatin kuştin.
Hejmara ciwanên Fîlîstînî yên ji aliyê polîsên Îsraîlê ve li Fîlîstînê hatin qetilkirin bû pênc. Duh danê êvaê li Qûdisa berê, 2 ciwan bi îdîaya 'gule berdane polîsan' hatin kuştin.
Polîsên Îsraîlê îdîa kirin, ku du ciwanên Fîlîstînê ji qadeke qelebalix a Qûdisê gule berdane polîsên li Deriyê Şamê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku polîsan xwe li hemberî êrîşkaran parastiye.
Duh di nava rojê de, li bajarê Cenîn ê Şerîa Rojava yê di bin dagirkeriyê de ye, 2 zarokên Fîlîstînî yên 15 salî yên kevir avêtin yekîneyên artêşa Îsraîlê hatin kuştin. Di daxuyaniya artêşê de hatibû îdîakirin ku yek ji zarokan gule berdane leşkeran.
Di bûyereke din de jî li bendeke kontrolê ya navbera Qûdis û Şerîa Rojava de, bi îdîaya 'bi kêrê êrîşî polîsan kiriye' ciwanek hatibû qetilkirin.
Ji Cotmeha bihurî û vir ve hejmara Fîlîtîniyên ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îsraîlê ve hatin qetilkirin gihîşt 165 kesan. Di heman demê de 1 welatiyê Amerîkî û 27 Îsraîliyan jî jiyana xwe ji dest dan.