Şîrketên Îngilîz û Elman li dijî Brexît in

Yekîtiya Ewropa (YE) û Brîtanya, ji duh ve li Brukselê planên xwe yên li ser derketina Brîtanya ji YE muzakere dikin. Li gorî cîhana kar, derketina ji nava yekîtiyê wê zerarê bide aboriyê.

Li gorî anketa Enstîtuya Bertelsmannê, ku di encama hevdîtina bi rêveberên şîrketên Brîtanyayî û Elman re hat kirin de, rêjeya mirovên di wê baweriyê de ne ku derketina Brîtanya ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) wê zerarê bide aboriyê, gelekî bilind e.

Çar ji pênc rêveberên şîrketê di wê baweriyê de ne, ku eger ji Referandûma Yekîtiya Ewropayê (YE) ya sala 2017'an biryara derketina ji yekîtiyê were girtin, wê di nava 3 salên piştî wê de aborî zerarê bibîne. Ji sedî 42 ê beşdarên anketê dan xuyakirin, ku Brîtanya mîna Norwêc an jî Swîsreyê bi tenê ji aliyê siyasî ve ji YE cihê bibe û di bazara aboriya hevpar de bimîne jî, wê encamên neyînî derkevin holê.

Rêjeya rêveberên şîrketan ên li gorî wan derketina ji YE û mayîna weke partnerekî aboriyê wê zerarê nede aboriyê, bi tenê ji sedî 13 ye. Nûnerên şîrketên Îngilîz ên li gorî wan derketina ji nava YE wê encamên neyînî bi xwe re bîne, ji sedî 44 e. Ev rêje di nava rêveberên şîrketên Elman de ji sedî 39 e.

Yên ku di wê baweriyê de ne, dema ji nava YE derkeve wê xebatên wan ên li Brîtanyayê bi giştî yan jî qismî zerarê bibînin û neçar bimînin ji vî welatî derkevin, ji sedî 29 e. Şîrketên herî zêde xwedî vê tirsê ne, şîrketên înternet û teknolojiyê ne.

Ji sedî 33 ê rêveberên li sektora fînansê bi fikar in ku xebatên wan bi awayekî qismî yan jî temamî zerarê bibînin.

Serokê Enstîtuya Bertelsmannê Aart Jan de Geûs der barê encamên anketê de agahî da û diyar kir, ji aliyê giştî ve encamên şîrketê dikare weke "Şîrket dixwazin Brîtanya di nava Yekîtiya Ewropayê de bimîne" bê pênasekirin. 

Anketa Bertelsman bi 404 rêveberên şîrketên Brîtanyayî û 378 rêveberên şîrketên Elman re hat kirin.

Civîna bilind a ji bo nirxandina referandûma li Brîtanyayê di navbera lîderên Yekîtiya Ewropayê û Brîtanyayê de duh destpê kir, wê îro jî bidome.