OECD texmînên xwe yên li ser mezinbûnê kêm kir
Tê texmînkirin, aboriya cîhanê wê îsal li gorî par bi lezeke kêmtir mezin bibe.
Tê texmînkirin, aboriya cîhanê wê îsal li gorî par bi lezeke kêmtir mezin bibe.
Li gorî texmînên ji aliyê Rêxistina Pêşvebirin û Hevkariya Aborî (OECD) ve hatin weşandin, mezinbûna aboriya cîhanê wê ji bendewariyan kêmtir be. Tê texmînkirin ku mezinbûna aboriyê di sala 2016'an de wê bi rêjeya ji sedî 3 re di asta herî nizm a 5 salên dawî de be. Ji bo meha Mijdarê jî mezinbûneke ji sedî 0,3 kêm tê texmînkirin.
Di rapora konjonturî ya OECD de hat ragihandin ku mezinbûna aboriyê li welatên pêşketî yên weke Ewropa, DYA û Japonyayê û li welatên bi pêş dikevin ên mîna Brezîlya û Rûsyayê, wê kêmî bendewariyan be. Li gorî texmînên OECD tê payîn aboriya Brezîlyayê heta dawiya vê salê bi rêjeya ji sedî 4'an biçûk bibe. Rêjeya herî bilind a mezinbûna aboriyê jî wê li Hîndîstanê bi rêjeya ji sedî 7,4 û li Çînê bi rêjeya 6,5 were dîtin.
OECD texmîn dike aboriya li DYA ji sedî 2, li herêma Euro ji sedî 1,4, li Japonyayê ji sedî 0,8, li Brîtanya Mezin ji sedî 2,1 û li Kanada jî ji sedî 1,4 be. Mezinbûna aboriya welatên mayî jî, li gorî texmînan wê ji sedî 2,5 be.