CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Fransa bi gumana çûne Sûriyeyê li du keçan digere
Li Fransayê cara yekemîn wêneyên du keçên ku bi guman e çûne Sûriyeyê weşand. Jendermeyan ji bo dîtina Loûîsa û Îsraê yên 15 û 16 salî, li tevahiya welêt dest bi lêgerînê kirin. -
Telîbanan beşdarbûna ‘Muzakereya aştiyê’ red kirin
Tevgera Telîban a Afganîstanê, beşdarbûna muzakereya aştiyê ya ku hêzên navneteweyî dixwazin destpê bikin red kirin. -
Sûcên êrîşa zayendî yên leşkerên Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY), di sala 2015'an de 69 leşkerên di bin navê Hêza Aştiyê de wezîfeyê dikin, ji ber êrîşa zayendî hatine sûcdarkirin. -
Ji bo Spanyayê Serokwezîr dîsa nehat hilbijartin
Lîderê Partiya Karker a Sosyalîst (PSOE) Pedro Sanchez, ku di hilbijartinên meha Kanûnê de bû partiya duyemîn, di dengdayîna ji bo hilbijartina serokwezaretiyê de careke din bi ser neket. -
Santralên nukleerî yên Fransayê welatên cîran dixin nava fikaran
Di navbera Elmanya ku dixwaze heta sala 2022'an hemû santralên xwe yên nukleerî bigire, Swîsre û Fransayê de nîqaşa li ser mijara nukleerê mezin dibe. -
Ji civîna Ûkraynayê ya li Parîsê encam derneket
Li hemberî xeteriya ji nû ve destpêkirina şer li rojhilatê Ûkraynayê, wezîrên karên derve li Parîsê li hev civiyan. Lê ji vê civînê encameke şênber derneket. -
Guhertina avhewayê wê bibe sedema mirina 530 hezar kesî
Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Oxfordê, zerara guhertina avhewayê bide berhemên çandiniyê, wê bibe sedem ku bi sed hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin. -
Rêjeya bêkariya li YE kêm dibe
Li gorî daneyên ji aliyê Saziya Statîstîkan a Yekîtiya Ewropayê (YE) Eurostat ve hatin weşandin, ji meha Çileyê û pê ve rêjeya bêkariyê li gorî meha Kanûnê 163 hezar kêm bû û daket 21 mîlyon 789 hezarî. -
Ji sedî 80 ê gelê Yemenê pêwîstiya xwe bi alîkariya însanî heye
Yek ji komeleyên alîkariya însanî yên li Yemenê Komeleya Aksiyon a li dijî Birçîbûnê ya Fransayê (Action contre la Faim-ACF) diyar kir, drama însanî ya li vî welatî mezin dibe. -
Qirîza Sûriyeyê: Pûtîn, Merkel, Hollande û Cameron wê li hev bicivin
Serokwezîrê Brîtanya Davîd Cameron wê bi Serokwezîra Elmanya Angela Merkel, Serokkomarê Fransa Françoîs Hollande û Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr Pûtîn re bi rêya telefonê baxive. -
Li hemberî Koreya Bakur pêkanînên giran ên KENY
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), pêkanînên giran ên li hemberî Koreya Bakur ku ji ber ceribandina fuzeyê rastî nerazîbûnan hat, qebûl kir. -
Gena por spî dike, di dawiya dawî de kifş bû
Bandora psîkolojîk a li ser spîbûna por her çend dihat zanîn jî, koka genetîk a vê yekê heta roja îro nedihat zanîn. -
Wezîrê Elman: Di nava polîsan de nîjadperest hene
Li eyaleta Sachsen a Elmanyayê, ku di mehên dawî de bi êrîş û çalakiyên nîjadperestî yên li hemberî penaberan her di rojevê de ye, nîqaş li ser nîjadperestiya polîsan tê kirin. -
Erka bikaranîna çekê ya hêzên ewlekariya Fransayê hat berfirehkirin
Di dengdayîna li Meclîsa Fransayê de, erka bikaranîna çekan a li derveyî rewşa parastina rewa dide hêzên ewlekariyê, hat erêkirin. -
Xeyala desthilatdariyê ya PSOE li astengiya Podemos aliqî
Li Spanyayê, ji hilbijartinên meha Kanûnê û vir ve hewl tê dayîn hikûmet bê avakirin, lê hînê ti encam ji van hewldanan nehatiye. Plana PSOE ya ji bo avakirina hikûmeta hindikayiyan, li partiya çep Podemos aliqî. -
Rûsya: Wê li Sûriyeyê agirbest bêdawî be
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zaharova diyar kir ku di nava 3 rojan de di agirbesta li Sûriyeyê hatiye destpêkirin de 31 îxlal hatine kirin. -
Li Endonezya erdheja mezin: Alarma tûsûnamiyê hat dayîn
Li peravên Girava Sûmarta ya dikeve Rojavayê Endonezyayê erdhejeke mezin pêk hat. -
Li Malawî 7 kes bi sûcdariya 'pîrebok in' hatin şewitandin
Li Malawî girseyeke qelebalix, 7 kes bi gumanbariya 'pîrebok in' bi saxî şewitandin. Hat îdîakirin ku li ser van qurbaniyan hestiyên mirovan ên tê gotin ji bo pîrebokiyê bi kar tînin, hatine dîtin. -
Îranê îxracata rojane ya petrolê kir 400 hezar warîl
Wezîrê Petrolê yê Îranê Bîcan Namadar Zanganeh da xuyakirin, ku wan îxracata rojane ya petrolê zêde kirine û gihandine 400 hezar warîlî. -
Monarşiyên Kendavê, Hîzbûllah a Lubnanê weke 'terorîst' îlan kirin
Konseya Hevkariya Welatên Ereb ên Kendavê, tevgera Şîa ya Lubnanê Hîzbûllan weke 'rêxistina terorê' îlan kirin. -
Di hilbijartinên serokatiyê yên li DYA de dema krîtîk
Li DYA, ji bo pêşbirka serokatiyê ya 8'ê Mijdarê, pêşhilbijartin dewam dike. -
Lêkolîna li ser xeteriyên homeopatî
Li Awûstralyayê, raporek li ser xeteriyên rêbaza homeopatî ku di dermankirina nexweşiyan de tê bikaranîn, hat weşandin. -
Olîmpiyadên Rîo û Tokyo ketine ber lêpirsînê
Piştî skandalên bertîlê yên li nava FIFA û UEFA, niha jî îdîayên têkildarî bertîl û fena li ser diyarkirina bajarên olîmpiyad lê bê lidarxistin, lêpirsîn tê meşandin. -
Yewnanîstan zêdeyî 300 koçberan vedigerîne Tirkiyeyê
Yewnanîstanê, piraniya wan Fasî û Tûnisî 150 koçber vegerand Tirkiyeyê. Ev dersînorkirin di çarçoveya peymana 'qebûlkirina vegerandinê' ya di sala 2002'an de bi Tirkiyeyê re hat morkirin, pêk hat. -
Muzakereyên Cenevreyê taloqî 9’ê Adarê hatin kirin
Buroya Qasidê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra da xuyakirin ku hevdîtinên Cenevre yên têkîldarî Sûriyeyê taloqî 9’ê Adarê bûne.