Guhertina avhewayê wê bibe sedema mirina 530 hezar kesî
Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Oxfordê, zerara guhertina avhewayê bide berhemên çandiniyê, wê bibe sedem ku bi sed hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin.

Li gorî lêkolînê, eger rêjeya belavkirina Karbondîoksîtê neyê kêmkirin, wê felaketên li qada çandiniyê rû bidin, bibin sedem ku berhemên zebze û fêkî kêm bibin. Bi kêmbûna zebze û fêkiyan re wê vîtamînên ji bo tenduristiya mirovan girîng e kêm bibin û ev ê jî bibe sedem, nexweşiyên şewbê zêde bibin.
Di lêkolîna di çarçoveya Bernameya Martîn a Oxfordê ve hat kirin de, ji ber guherîna avhewayê wê heta sala 2050 mirov rojane ji sedî 3,2 yanî 99 kalorî kêm madeyên xwarinê bixwin. Fêkî jî wê li gorî roja me ya îro di asta ji sedî 4 de kêm bibe û ev jî tê wê wateyê ku fêkî wê serê her şexsî rojane 15 gram kêm bibe.
Bi vê kêmbûna xwarinê re wê nexweşiyên dil-reh û kanserê zêde bibin. Li gorî lêkolînê, eger tedbîr neyên girtin, Hejmara mirovên ji ber guhertina avhewayê jiyana xwe ji dest bidin, wê 529 hezar kesî derbas bike.
Guhertina avhewayê wê herî zêde bandorê li welatên Rojavayê Pasîfîk û Başûrrojhilatê Asyayê bin. Di nava van de Çîn û Hîndîstan jî hene. Tê texmînkirin, kêmbûna xwarinê ji ber avhewayê wê li Rojavayê Pasîfîkê 264 hezar, li Başûrrojhilatê Asyayê jî 164 hezar kes jiyana xwe ji dest bidin. Tê payîn 248 hezar ji van mirovan li Çînê, 136 hezar jî li Hîndîstanê jiyana xwe ji dest bidin.