Li Endonezya erdheja mezin: Alarma tûsûnamiyê hat dayîn
Li peravên Girava Sûmarta ya dikeve Rojavayê Endonezyayê erdhejeke mezin pêk hat.
Li peravên Girava Sûmarta ya dikeve Rojavayê Endonezyayê erdhejeke mezin pêk hat.
Piştî erdhejê alarma tûsûnamiyê hat dayîn.
Navenda Lêgerîna Jeolojîk a Amerikayê diyar kir ku şideta erdhejê weke mezinahiya pileya 7.8 pêk hatiye. Ajansa Meteorolojî a Neteweyî jî şideta pileya 7.9 diyar kir û her wiha agahiyên têkîldarî pileyê wek 8.2 jî tê diyarkirin.
Erdhej li başûrêrojhilat 808 kîlometre ji Pagangê dûr, di 10 kîlometre kûrahiyê de pêk hatiye.
Erdheja ku ji peravan 600 kêlometreyan navberekî dûr pêk hatiye, hat diyarkirin ku şansekî wisa ye ku ziyanekî mezin nedaye.
Piştî erdhejê alarma tûsûnamiyê hat dayîn, têkildarî mirî û birîndaran hê ti agahî nehatiye bidestxistin.
Alarma tûsûamiyê, herêmên Aceh, Bakur û Başûrê Samatrayê digire nav xwe.
Di okyanûsa Hîntê de erdheja ku di 26’ê Kanûn 2004’an de ya ku şideta wê 9.15 pêk hat de, li Endonezyayê tenê li herêma Acehê 168 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn.