CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Kêmasiya ewlehiya reaktorên nukleerî yên Fransayê rê li ber fikaran vedike
Ewlekariya santralên nukleerî yên li Fransayê, hem li vî welatî hem jî li welêtên cîran mijara nîqaşê ye. Tê gotin, raporên li ser ewlekariya van santralan hatine amadekirin balê dikişînin ser endîşeyên giran. -
Hilberîna li YE bendewarî derbas kir
Li gorî daneyên Saziya Statîstîkê ya Yekîtiya Ewropayê (Eurostat), rêjeya hilberînê ya li nava gelemperiya Yekîtiya Ewropayê (YE), rêjeya bendewariyê derbas kiriye. -
Karsazên Elman ji serketina AfD a hilbijartinê bi fikar in
Serketina partiya dijberê koçber û Euro AfD a di hilbijartinên 3 eyaletên Elmanya de, karsazan dixe nava fikaran. -
Penaberên li Îdomenî dikin nakin nikarin ji sînor derbas bibin
Li gundê Îdomenî yê Yewnanîstanê, ku li ser sînorê Makedonyayê ye, sekna ji neçarî ya penaberan dewam dike. Bi sedan penaberên hewl dan ji sînor derbas bibin, bi ser neketin. -
Rûsya ji sibehê û şûnde hêzên xwe ji Sûriyeyê dikşîne
Rûsya ji sibehê û şûnde wê hêzên xwe yên li Sûriyeyê bikşîne. Hate ragihandin ku leşkerên Rûs ên li Balafirgeha Hmeymîn û Bendera Tartûsê wê hebûna xwe bidomînin û leşkerên li vir wê agirbestê kontrol bike. -
Li Iraqê DAÎŞ xwe dikişîne bajaran
Li bajarê Rûtba yê Iraqê li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin komên çeteyên DAÎŞ’ê çeteyên başûrêrojavayê welat û yên li beşên navîn dişînin bajarê Rûtba,Hît û Kûbeysê. -
NY: Drama mirovahiyê ya li Îdomenî di asta herî bilind de ye
Ji berdevkên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Babar Baloch da xuyakirin, ku zêdeyî 14 hezar penaberên li Îdomenî, di nava şert û mercên 'nayên jiyîn' de dijîn. -
Li Pakîstanê lehî rabû: Bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Pakîstanê, ji ber barana dijwar lehî rabû. Di karesatê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Brezîlyayê zextên li Roûssef tên kirin zêde dibin
Li Brezîlyayê lêpirsînên li ser skandalên bertîl û karên nelirê yên têkildarî şîrketa petrolê ya cemaweriyê Petrobras dewam dike. Zextên di vê çarçoveyê de li Serokdewlet Dîlma Roûssef tên kirin jî zêde dibin. -
Tê plankirin, artêşa Elman ji sedî 10 bê zêdekirin
Li Elmanyayê, li ser zêdebûna pêdiviyên leşkerî yên Artêşa Federal (Bundeswehr) çend meh berê raporek hatibû eşkerekirin. Detayên vê raporê derdikevin holê. -
Îdîayên nû yên li ser nelirêtiya UEFA û FIFA
Îdîayên têkildarî bertîl û nelirêtiya li nava FIFA û UEFA naqedin. Tê gotin ku lêpirsînerên Swîsreyî dest bi lêkolînkirina lêçûnên cuda yên ji mîlyonan frankî kirine. -
Apple û DYA-Fransa li ser nepenîtiya daneyan li hev nake
Di navbera hilberînerên telefonên mobîl-şîrketên medya civakî û dewletan de, nîqaşên li ser mijara parvekirina agahiyên teknîkî yên mirovên sûc kirine, mezin dibe. -
Bakteriyê plastîkê dixwe, dikare pêşî li gemarîbûna hawirdorê bigire
Yek ji madeyên ku vegera xwe li xwezayê gelekî zehmet e, plastîk e. Ji bo vegera vê madeyê xwezayê çareseriyek peyda kir. 70 sal piştî zêdebûna bikaranîna plastîk, bakteriyekî xwe bi xwarina plastîk xwedî dike, hat dîtin. -
'ExoMars' sibe destpê dike
Yekemîn maşîna fezayî ya Ewropayê ya ji bo Marsê, ku bi hevkariya Ajansa Fezayî ya Ewropayê (ESA) û Ajansa Fezayî ya Rûs (Roscosmos) ve hat amadekirin û wê xwe li Marsê deyne, sibe ber bi gerstêrka sor ve tê şandin. -
Bûlgarîstan jî li hemberî penaberan ewlekariya sînor dişidîne
Bi deh hezaran penaberên di ser Tirkiyeyê re derbasî Yewnanîstanê bûne, ji bo xwe bigihînin welatên Ewropayê di nava lêgerînan de ne. Piştî Arnavûtlûkê, niha jî Bûlgarîstanê ewlekariya xwe ya li ser sînor zêde kir. -
IEA: Zêdebûna buhayê petrolê wê dewam bike
Kêmbûna buhayê petrolê ku rê li ber pirsgirêkên mezin ên çavkaniya fînansî ya gelek welatan vekir, sekinî. Buhayê warîlekî petrolê gihaşt 40 dolarî. Li gorî Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) 'di tunela tarî ya petrolê de ronahî xuya dike.' -
Ne mîlyonek, 600 hezar penaber hatine Elmanyayê
Tê gotin, hejmara penaberên hatine Elmanyayê ne mîlyonek e, bi qasî 600 hezar e. -
Naziyê berê: Haya her kesî ji bûyerên li kampên komkirinê diqewimîn hebû
Doza leşkerên li kampên komkirinê yên Elmanya Nazî, ku di dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê de li van deran bi mîlyonan mirov hatin qetilkirin, dewam dikin. -
Daxwaza girtina Serokdewletê berê yê Brezîlyayê hat kirin
Serokdewletê berê yê Brezîlyayê Lûîz Înacîo Lûla da Sîlva ku di çarçoveya lêpirsîna spîkirina pereyê reş de hat binçavkirin daxwaza girtina wî hat kirin. -
Tevî nerazîbûna mîlyonan jî Hollande di Qanûna Xebatê de bi israr e
Hikûmeta Fransayê, tevî dijberiya beşeke mezin a civakê jî wê pêşnûme qanûna xebatê ya nû venekişîne. -
Îranê di sala 2015'an de ji aliyê îdaman ve 'rekor' şikand
Li Îranê di dema Hasan Rûhanî de ku ji sala 2013'an û vir ve Serokkomar e û xwe weke 'reformxwaz' pênase dike de, îdam gelekî zêde bûn. -
Penaber niha jî hewl didin ji Derya Manşê xwe bigihînin Îngilîstanê
Li bajarê Fransa Calaîs û derdora wê, drama bi hezaran penaberên hewl didin derbasî Îngilîstanê bibin, dewam dike. Piştî tunelê niha jî penaber hewl didin di deryayê re derbas bibin û xwe bigihînin Îngilîstanê. -
Li şûna 450 salan, vegera salekê ya li xwezayê
Li gorî lêkolîna zanyarên Japon, ku di kovara Scîence de hat weşandin, bakteriyekî hatiye dîtin û ev bakterî plastîkên di 450 salan de di nava xwezayê de dihelin, dikare di nava salekê de li xwezayê vegerîne. -
Pêvajoya aştiyê ya Kolombiya: FARC’ê dîrokek nû pêşniyar kir
Tevgera gerîla ya herî mezin a Kolombiyayê, ji bo îmzekirina peymana aştiyê pêşniyar kir ku dîrokeke nû were diyarkirin. -
DYA têkildarî bendava Mûsilê hişyarî da: Dibe ku pêla ji 14 metreyan rû bide
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bal kişand ser xeteriya hilweşîna Bendava Mûsilê û bang li civaka navneteweyî kir, ku ji bo pêşîgirtina li karesateke bi hilweşîna bendavê re rû bide, bikeve nava tevgerê.